Dersim li endamên Koma Îsyan Ateşî hate 'qedexe'kirin

Endamên Koma Îsyan Ateşî roja Duşemê li Dêrsimê hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan. Li endamên komê re ketina Dêrsimê hat qedexekirin.

Walîtiya Dêrsimê qedexe kiribû ku Koma Yorum, Koma Îsyan Ateşî û Koma Folklorê ya Veradardzê di 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê de derkevin ser dikê. Piştî biryara qedexeyê, endamên Koma îsyan Ateşî û 7 xwînerên Partîzanê duh di saetên êvarê de li Qada Seyîd Riza hatibûn destgîrkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê, îro di danê sibehê de hatin berdan.

Endamên komê Yûsûf Rencuzogûllari, Melîsa Yilmaz û Alî Rencuzogûllari piştî hatin berdan, bi lez û bez li wesayîta zirxî hatin siwarkirin û birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî ya Erzînganê. Qedexeya ketina wan a Dêrsimê weke sedema birina wan a Erzînganê hate nîşandan. 

Endamên komê yên ji bajar hatin derxistin, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî dan. Ji endamên komê Yûsûf Rencuzogûllari wiha got: “20’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê par li me hate qedexekirin, piştre li ser Pira Mutiyê helîkopter ser serê me firandin. Em 2 rojan hatibûn rawestandin. Walîtiya îcar jî Mîhrîcana 21’an li me qedexe kir, bêyî ku sedemek were nîşandan li naverasta kolanê em bi êşkenceyê destgîr kirin û derxist derveyî sînorên bajar. Di dema destgîrkirinê de ji me re gotin ku dê bên berdan lê tevî vê yekê em derxistin derveyî bajar. Em ê li her qadê hunera şoreşger biparêzin û ti zext û êrîşên faşîzmê nikare hunera şoreşger bêdeng bike. Kesek nikare hunera şoreşger qedexe bike.”