YBŞ: Em ê civaka xwe biparêzin; koçber bila li warê xwe vegerin

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku hêza wan a ji bo parastina xak û civaka xwe ji her demê bêhtir e û bang li Şengaliyên koçberbûyî kir ku li warê xwe vegerin, Şengalê jinûve ava bikin û Xweseriya Demokratîk a Şengalê xurtir bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji ber salvegera fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li ser civaka Êzidî daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

"Di dîroka 3’ê Tebaxa sala 2014’an de dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê me ferman pêk anî. Em îro 9’emîn salvegera fermanê ye. Di vê wateyê de hemû şehîdên xwe yên fedaî ku ji her aliyê welatê me û her aliyê cîhanê ve ji bo vê axa pîroz hatine û canê xwe feda kirine, bi mînetdarî û hurmet bi bîr tînîn, soza jiyana azad a ku me dane wan ango pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dubare dikin. Bi vê soza xwe ve em ê têkoşîna pêşengên xwe Şehîd Mam Zekî, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Saît, Şehîd Dijwar, Şehîd Nazê, Şehîd Berîvan û Şehîd Çekoyan mezin bikin.

YÊN KU XWE GIHANDIN ME TENÊ MILÎTANÊN FEDAÎ YÊN RÊBER APO BÛN

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo parastina axa xwe ya pîroz me bi hemû îradeya xwe, keda xwe û berdêlên ku dane, têkoşîna xwe ya azadiyê destpê kir û me YBŞ-YJŞ ava kir, bi rêxistin kir. Di pêşengtiya fermandarên me yên mezin û nemir Şehîd Mam Zekî, Şehîd Egît Cîvyan, Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Berxwedan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar û Şehît Saît de li ser axa pîroz me şitlên destpêkê yên Têkoşîna Azadiyê çand. Di wan rojên ku me têkoşîneke herî zor, zehmet û şert û mercên bêeman de dida yên ku xwe gihandine me tenê mîlîtanên fedaî yên Rêber Apo bûn.

Di wan rojan de me fêm kir ku tişta rê daye ev êşên mezin em bikşînin bêrêxistiniya me bû. Bi gotina Rêber Apo ji ya ‘gelê ku xwe nespêre hêza xwe ya parastina cewherî, bi tunebûyînê re rû bi rûye’ rewşa me şênber dike. Ev diyarde herî zêde ji bo me civaka Êzidî dibe jiyanî. Li ser vî esasî em heta hetayê deyndarên wan fedayiyên ku canê xwe ji bo me feda kirine ne. Eger em îro li ser vê axa pîroz dimînin bi saya wan fedaiyên ku bi fikrê Rêber Apo xwe arastekirine û ji bo jiyanek azad canê xwe fedakirine. Di vê wateyê de em hêzên YBŞ ku li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rêxistin kiriye, tevahiya şehîdên qehreman ên HPG, YJA STAR, YPG û YPJ’ê bi hurmet û mînetdariyên xwe ve bi bîr tînîn, keda ku ji bo têkoşîna me ya azadiyê dane wê bibe hêza têkoşîna me ya serketinê.

PIŞTÎ 9 SALAN HÎN JÎ PLAN Û LÎSTIKÊN QIRÊJ DEWAM DIKIN

Tê zanîn ji Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an armanca wan ew bû ku civaka me bi hemû bawerî, ol, pîrozî, îrade û rûmeta xwe ve tunekirin. Xwestin daxwaza me ya jiyaneke azad tune bikin. Her wiha ji heft heta heftê salî mirovên me bi rêbazên dijî exlaqê mirovatiyê qetil kirin, revandin û bi hezaran keçên me di bazaran de firotin. Heta niha jî çarenûsa bi hezaran mirovên me nayê zanîn. Berpirsên vê fermanê dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker û hevkarê wê PDK ye. Ev jî bi destê çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn. Yên ku qaşo xwe weke parêzvanên civaka me nîşan didan, civaka me bi qirkirinekê mezin re rû bir û hiştin û reviyan. Yên ku wê rojê bûne sedem em wan êş û birînên nayên dermankirin bijîn, îro ji dixwazin nirxên ku bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan me afirandine û îradeya me ya azad tune bikin. Li ser wê rojê re 9 sal derbas bûn. Hîn jî bi lîstik û planên qirêj dixwazin van projeyên xwe pêk bînin. Tifaqa 9’ê Cotmehê ya dewlata Tirk, PDK û Kazimî ya peymana Hewlêr û Bexdayê nimûneyeke herî şênber a van planên qirêj e. Bi vê helwestên xwe ve êrişî îradeya azad a civaka me dikin. Komkujiyên nû pêk tînin. PDK ya ku rûreşiya herî mezin kiriye û reviyaye îro herî zêde ew di nava van plan û lîstikan de cih digire. Lê belê ya ku vê rûreşiya PDK’ê derbas bike tenê ew e ku lêborînê ji civaka me bixwaze ye. Di heman demê de dest ji vê hevkariya qirêj a dewleta Tirk berde.

EGER TIFAQ NEYÊ XURTKIRIN WÊ KOMKUJIYÊN MEZINTIR RÛ BIDIN

Bi taybetî ev êrişên bi îxanetê li ser civaka me bi destê dewleta Tirk a faşist-qirker û hevkarê wê PDK’ê pêk tên armanc ne tenê civaka me ye, pir şênber xuya dike ku armanc dagirkirina tevahiya axa Iraq û Kurdistanê ye. Sînorên Mîsak-î Mîllî careke din ferzkirin e. Dixwazin hemû pêkhateyên herêmê bi van êrişên xwe ve ji ser axa wan bidin koçberkirin û xeyalên xwe yên dagirkirina herêmê di demeke herî nêz de pêk bînin. Ji bo vê jî lazime tevahiya netewe û civakên herêmê di ferqa vê yekê de bin. Bi zanistî û bi şêwazekê hevgirtî ve li hemberî van êrişan bisekinin. Eger pêkhate û civakên herêmê di nava tifaqekê xurt de cih negirin wê her roj komkujiyên mezin rû bidin.

Li hemberî van êriş û komkujiyan heta niha me YBŞ û civaka xwe ji bo Şengalek bi ewle û jiyaneke azad bi hezaran berdelên giranbuha dane. Têkoşîna van şehîdên me yên mezin îro pir eşkere dide nîşandayîn ku ji bo parastina axa Şengal, Iraq û hemû pêkhateyên herêmê ji her demê em bêhtir amade ne. Di vê oxirê de jî çi berdêl û têkoşîn pêwîst bike di her astê de ji bo dayînê em ê xwe nedin paş. Çawa ku şehîdên me canê xwe bi fedaiyane kirin sîper û têkoşiyan, li ber xwe dan û rê nedan dagirkirina axa herêmê, em jî îro bi heman fedaîtî û têkoşeriyê rê nedin dagirkeriyê. Em YBŞ ku hêza parastina civaka xwe ne, bi civaka xwe re em ê hemû proje û leyîstokên qirêj yên hêzên dagirkeriyê vala derxînîn, xeyalên dijmin di paxila wan de bihêlin. Yên difikirin ku em ê li hemberî van êrişên qirêj de gav paş de biavêjin, pêwîste vê yekê baş bizanibin; hêrsa me ya tolhildanê her roja derbas bibe wê mezintir bibe û têkoşîna şehîdên me dewrî me kirine em ê bi serketinê ve tacîdar bikin. Yên ku dest dirêjiyê li nirxên me ên ku bi xwîna sedan şehîdên me hatine afirandin bike lazime her tiştî jî hesab bikin. Ji ber ku em ewên soz dane şehîdên xwe ne, em ewên xwe spartine hêza xwe ya cewherî ne û em hêzekê parêzvanên civaka xwe ne. Em xwedî wê hêzê ne ku wan dest dirêjiyan qût bikin. Em fedaiyên ax, pîrozî, bawerî, çand, dîrok û hemû nirxên xwe ne. Em YBŞ xwediyê wê hêzê ne ku civaka xwe ji hemû êrişan biparêzin û em di serdema wê hêza xwe de ne.

BI YEKÎTIYÊ DIVÊ EM XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ XURT BIKIN

Ji bo wê jî lazime hemû civaka me bi hêztir xwedî li nirxên xwe derbikevin, tifaqa xwe mezintir bikin li kêleka hêza xwe ya parastinê bi îradeyeke mezintir cih bigirin. Li ser vî esasî lazime têkoşîna xwe bi mezintir berdewam bikin, di nava her qadê de têkoşîna xwe ya parastina cewherî de cih bigirin. Bi vê yekê Xweseriya Demokratik a Şengalê xurt bikin. Kes û malbatên me yên ku di wan zindanên dorpêçkirî de dijin lazime êdî werin ser axa xwe ya pîroz di avakirina nû de avakirina Şengalê de cihê xwe bigirin û li ser axa pîroz jiyaneke azad bi hevre em bi afirînin.

Di vê wate û bingehî de em tevahiya pakrewanên xwe yên azadiyê bi hemû minnet û rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînin. Em ê heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê bibin şopdarê şehîdên xwe, xeyal û armancên wan em ê demildest pêk bînin. Soza me ya ji bo şehîdên me serkeftin, azadî û mezinkirina îradeya gelê me ye."