HPG'ê Çiya Agirî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Îsmaîl Por Mahmût (Çiya Agirî) bi rêzdarî bi bîr anî, ku di komploya hevpar a MÎT û Parastinê de şehîd ket.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"19'ê Tebaxa 2023'an di daxuyaniya xwe de me ragihandibûn ku li qada Banikê ya Heftanînê hevrêyê me Çiya Agirî di encama komployê de şehîd bûye.

Hevrêyê me Çiya ku bi ruhê neteweyî ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û ji bo azadiya gelê me têkoşiya, ji aliyê komplogeran ve şehîd hate xistin. Li gel hêrsa mezin a ji ber vê yekê, her wiha wê ji bo me bibe hincet ku têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Hevrêyê me Çiya ku li her qadê xeta Rêber Apo û şehîdan parast, bi fedakarî û kedeke mezin li ber xwe da. Em ê xeta wî ya berxwedanê bişopînin, di şexsê wî de soz didin ku hêjayî şehîdan hemûyan bibin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Çiya Agirî bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Çiya Agirî yê şehîd bûye, bi vî rengî ne:

Nasnav: Çiya Agirî

Nav paşnav: Îsmaîl Por Mahmût

Cihê jidayikbûnê: Makû

Dayik-Bav: Karî-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Tebaxa 2023 / Heftanîn

Hevrêyê me Çiya li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava têkoşîna me ya azadiyê de berdêl da. Piştî ku malbata wî û xizmên wî di destpêka salên 1990'î de partiya me PKK û Rêber Apo nas kirin û xwedî lê derketin û ewladên xwe yên herî hêja bi hesteke xurt a welatparêziyê tevlî nava refên berxwedanê kir. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Çiya hîn di temenê biçûk de partiya me nas bike. Xizma wî ya nêz hevrê Şîrîn Elemhûlî û di şexsê wê de berxwedana fedaî ya girtiyên siyasî yên Rojhilat bandoreke mezin li hevrêyê me Çiya kir. Ji bo hêjayî van hevrêyên me yên fedaî bibe, gihîşt wê baweriyê ku divê teqez beşdarî nava refên berxwedanê bibe. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî şehîdên me bibe ku xwe bi temamî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me feda kirin. Hevrêyê me Çiya ku hîn di temenê biçûk de gerîla nas kir, kete bin bandora sekna jiyanê, exlaq û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla. Bi vî rengî ji xwe re kir armanca herî mezin ku xwe bigihîne gerîla. Her ku mezin bû heyratiya wî ya li gerîla û biryardariya wî ya ji bo armanca xwe jî mezin bû. Di sala 2015'an de ku ji bo tevgera me û gelê me pêvajoyek girîng bû, li qada Serhedê kekê wî hevrêyê me Cemîl - Îbrahîm Por Mahmût şehîd bû. Ji bo çeka kekê xwe hilgire, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû perwerdeya destpêkê li qada Garê wergirt, perwerde bi rengekî serketî qedand û zû tevlî qada pratîkê bû. Hevrêyê me bi perwerde û çand û exlaqa şoreşgerî ya PKK'ê di heman demê de bi van perwerdeyan li cewhera xwe vegeriya. Di dema perwedeyê de derfet dît ku rastiya gelê Kurd hîn bi kûrahî hîn bibe, gihîşt wê baweriyê ku kefenê qirkirinê yê ku dijmin hewl dide li gelê me bike tenê bi xurtkirina şerê gerîla dikare bê çirandin. Bi vê armancê ji xwe re kir esas ku ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe timî bi pêş ve bibe, lewma xwest tavilê biçe qada şerê herî giran. Hevrêyê me zanîbû ku ev yek jî bi profesyonelbûna di gerîlatiyê de dibe, lewma xwe di taktîkên gerîla de hîn bêhtir xurt kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir derbasî qada Mexmûr-Kerkûkê bû, li vê derê bû yek ji hevrêyên me yên destpêkê ku bi hawara gelê me ve beziya. Tevlî gelek pêngavên li dijî çeteyan bû, bi wêrekiya xwe bû milîtanek ku ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve mînak bê dîtin. Di şerê dijî çtean de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyeke mezin, pê hesia ku sira esasî ya serketinê bi serweriya îdeolojîk dibe. Ji bo vê jî di nava pratîkeke berfireh de di kêliyên herî giran ên şer de jî xwe ji têkoşîna îdeolojîk neda alî.

Hevrêyê me yê ku piştî erka xwe ya li Mexmûr-Kerkûkê bi awayekî serketî bi dawî kir vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi ezmûna xwe ya şer bi lez cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt. Hevrêyê me Çiya ku ji sala 2018’an û vir ve li qada Heftanînê erk girtibû, li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt û hewl da bersivê bide êrîşên dijmin ên ku pêş dikevin. Hevrê Çiya ku xwe li hemberî hevrêyên xwe yên bi hev re têdikoşin berpirsyar dibîne, ji bo pêşketina wan kedeke mezin daye. Bi êrîşa dijmin a li ser herêma Heftanînê re hevrêyê me yê ku bi awayekî fedaî beşdarî berxwedana ku di pêşengtiya Bargiran û Zelalan de pêşketibû de, li herêma Heftanînê derbên giran li dijmin hate xistin. Hevrê Çiya ji bo ku her bihosta xaka Heftanînê veguhere qada berxwedanê bûye xwedî kedeke mezin, ji bo pêkanîna taktîka gerîla ya serdema nû bi hevrêyên xwe re bi fedakarî şer kir û li ber xwe da. Hevrê Çiya ku di Pêngava Cenga Heftanînê de weke fermandarê taximê beşdarî şer bû û di heman demê de rê nîşanî hevrêyên xwe da, bi têrkerî karî bû xeta fermandariyê ya serdema nû temsîl bike.

Piştre hevrêyê me Çiya ku demekê tevlî çalakiyên cuda bû, bi îrade û israra xwe vegeriya Heftanînê. Hevrêyê me Çiya ji ber ku bi gelek hevrêyên şehîd re li vê qadê têkoşiya, girêdaneke mezin çêbûye, bi îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe daye û ji bo şikandina dagirkeriya dijmin şer kir. Hevrê Çiya ku li herêma Heftanînê di gelek çalakiyan de cih girtibû, her kêliya xwe li ser ka wê çawan bikaribe derbên giran li dijmin bixe, lêhûrbûye. Hevrêyê me Çiya ku yekane armanca wî ew e ku berxwedanê li her devera Heftanînê belav bike û bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle, bi jiyan û hevrêtiya xwe ya rast bû milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Çiya ku di encama komploya dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê de gihîşt şehadetê, li dijî vê xeta hevkar û xayin, weke şoreşgerekî ji Rojhilat bû yek ji nûnerên herî hêja yên ruhê yekîtiya neteweyî ya gelê me."