Li Bismilê şerê bi çek: Kesek jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn

Li navçeya Bismilê di navbera du malbetan de şerê bi çek derket. Di encama şer de Arda Deger ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn.

Li navenda navçeya Bismilê ya Amedê du malbetên ku tê gotin ji berê ve bi xisûmet in şerê bi çek derket. Hat zanîn ku di şerê çek hatin bikaranîn de Arda Deger ê 18 salî jiyana xwe ji dest daye û 23 kes birîndar bûn e. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bismil û Amedê û tên tedawîkirin. Hat ragihandin ku rewşa 3 kesan giran e. 

Ji bo şerê di navbera her du malbatan de mezin nebe, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ketin navberê û hewldanên wan ên aramkirinê berdewam dike.