Li qadên gerîla pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê dewam dikin

Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ku yek ji sembolên girîng a têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd e, hîna jî li qadên gerîla bi coşekî mezin tê pîrozkirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlaya YJA Starê Sema Silav û gerîlayê HPG’ê Kerîm Botan bi wesîleya 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlayê HPG’ê Kerîm Botan diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdan de weke cejna vejînê jî tê pênasekirin û got: “Di serî de Rêber Apo ez cejna şehîdên şoreşa Kurdistanê, gelê xwe û hevalên xwe yên ku ji bo azadiya gelê me li çeperên şer li dijî dijmin şer dikin, pîroz dikim.”

‘15’Ê TEBAÊ CEJNA SERKEFTINA GELÊ KURD E’

Gerîla Botan got ku Pêngava 15’ê Tebaxê cejna serkeftina gelê Kurdistanê ye û wiha got: “15’ê Tebaxê ji bo me zindîbûna ruhê PKK’ê ye. Asta ku îro PKK gihiştiyê, bi saya pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê destpê kirî ye. Pêngava destpêkê ya ku ji wê rojê destpê kirî, heta îro hatiye. Hemû serkeftin ji bo azadiya gelê me ye. Divê ti carî 15’ê Tebaxê neyê jibîrkirin. 15’ê Tebaxê divê cihê xwe di nava hestên mirovan de bigire. Şervanên ku îro li çeperên şer li pey şopa Egîd û Zîlanan e, ruhê 15’ê Tebaxê digihînin serkeftinê. Ev heval vê riyê didomînin. Bi vê wesîleyê ez serkeftinê ji hevalên me yên li çeperên şer û gelê me re dixwazim.”

‘EM Ê BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ AZADIYA RÊBER APO PÊK BÎNIN’

Gerîlaya YJA Starê Sema Silav têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê ev tişt diyar kir: “Di serî de Rêber Apo û şehîdên şoreşê, ez cejna hemû gelê me yê welatparêz û hevalên me yên şervan pîroz dikim. Pêngava 15’ê Tebaxê hem ji bo tevgera me hem jî ji bo gelê me pêngavekî girîng bû. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan jiyanekî nû bû. Ji bo gelê me wesîleya hişyariyekî nû û xwe naskirinê ye. Gelê me û tevgera me îro wî ruhî didin jiyîn. Di çeperên şer de ev ruh danîne holê. Hem weke gerîla, hem jî weke tevger em dixwazin bi ruhê 15’ê Tebaxê azadiya Rêber Apo pêk bînin. Em dixwazin bi Rêber Apo re li welatekî azad bijîn. Îdîaya me ev e û ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.”