HPG: Derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyan de yên bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê li Girê Cûdî hatin kirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

19'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin û derb li çeperekê hate xistin.

19'ê Tebaxê sate di 13:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

19'ê Tebaxê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

19'ê Tebaxê sate di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Tebaxê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sekvanekî dijmin hate dîtin û bi sekvaniyê lê hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Tebaxê saet di navbera 21:15 û 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter geriyan. Hêzên me yên YJA Starê derb li helîkoptereke Skorsky xist ku hewl dida hêzên xwe li qadê dayne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.

20'ê Tebaxê saet di 00:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

20'ê Tebaxê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li kepçeyên dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

19'ê Tebaxê li Qada Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran û qada berxwedanê ya Girê Bahar jî carekê bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêma Zapê û Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin."