Dr. Ebdulrehman Qasimlo di peyameke xwe de ku ji Ebdullah Hesenzade re nivîsiye, behsa têkiliyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Qiyade Muweqeteyê yên li gel Hizba Demokrat a Kurdistanê û gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê dike. Ev namîlke di bin sernavê "Xiyanetên Qiyade Muweqeteyê li hember Neteweya Kurd" de ji Weşanên Çapemenî û Ragihandinê yên Komîteya Navenda Hizba Demokrat a Îranê derketiye.
Xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê ne tenê li hember azadîxwazên parçeyekî Kurdistanê bûye, di heman demê de li hember hemû azadîxwaz û şoreşgerekî her çar parçeyên Kurdistanê bûye.
Ji bo famkirin û nirxandina vê dîroka tijî şerm, şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo di demeke hestyar û xerab de vê xiyanetê tîne ziman û wê xiyanet û xwefiroşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê eşkere dike.
Di destpêka nivîsa xwe de Qasimlo behsa serketina Şoreşa 14'ê Tîrmeha sala 1957'an a Iraqê dike û dibêje: "Piştî serketina şoreşê, derfeteke dîrokî ji bo gelê Kurd hate meydanê da ku bikare mafên xwe yên neteweyî di çarçoveya Iraqeke demokratîk de bi dest bixe, lê wê demê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi dizî xiyanet kir. Hikûmeta Ebdulkerîm Qasim ji destpêkê ve gelek gavên bisûd û şoreşgerane avêtin ku bi kêrî xelk û çînên kedkar dihat. Yek ji wan gavan jî dabeşkirina zevî û erdan bû. Di sala 1961'ê de hin derebegên başûrê Kurdistanê ji bernameya îslahata zevî û erdan a hikûmeta Ebdulkerîm Qasim nerazî bûn û rahiştin çekan û derketin ser çiya. Piştî demekê serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê dest bi tevgera çekdarî kir û dirûşmeya 'netewetî û xweserî' hilgirt."
Dr. Qasimlo behsa helwesta Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê rojhilatê Kurdistanê dike. Piştî destpêkirina xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê, ku gelê rojhilatê Kurdistanê hêviya xwe ji wê tevgerê hebû, behsa wê hevkariya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ya ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê dike û dibêje, "Kadro û berpirsiyarên me, çi yên ku li nav welêt bi dizî xebat dikirin çi yên ku li başûrê Kurdistanê xebat dikirin, giraniya xebatên xwe xistibûn ser têkoşîna tevgera gelê me li başûrê Kurdistanê. Ew kadroyên me yên ku li başûrê Kurdistanê diman, pêl bi pêl vedigeriyan rojhilatê Kurdistanê û çek û teqemenî û xwarin û cil û sol kom dikirin û digihandin birayên xwe li başûrê Kurdistanê. Gelê rojhilatê Kurdistanê jî baş dizanin ku ev hevkarî di bin zext û zordariya SAVAK'ê de dihatin komkirin."
Piştî van hevkariyên kadroyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji xelkê azadîxwaz ê rojhilatê Kurdistanê dûr ket û têkiliyên xwe li gel hikûmeta Heme Riza Şah û Dezgeha Îstixbarata Îranê SAVAK'ê bi hêz kirin û Partiya Demokrat a Kurdistanê xeta xiyanetê hilbijart. Dr. Qasimlo li ser têkiliyên îstixbarata Şahinşahiyê SAVAK'ê û PDK'ê dibêje, "Reftar û helwesta Barzanî ya li hember me xerabtir dibû. SAVAK'ê xwe xistibû nav rêzên PDK'yê û piştre efserê navdar Serheng Muderisî li navçeya Sengeserê ferman da serokatiya Barzanî ku hêzên me ji ser sînor dûr bixin û bi tu awayî neyên û neçin rojhilatê Kurdistanê û ji vê yekê zêdetir jî jê daxwaz kir ku di nav Îranê de tu çalakiyekê li dar nexin."
Rêkeftina di navbera Mela Mistefa û şahê Îranê de nekarî rê li ber xebata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bigire. Dema ku xelkê bajarên Pîranşar, Bane û Serdeştê raperîn, hema di cih de şahê Îranê pena bir ber Mela Mistefa û hêzên Mela Mistefa mil bi milê hêzên rejîma Îranê li pey pêşmergeyên Demokratê digeriyan. Di wexta Raperînê de û piştre jî gelek kadro û pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji hêla çekdarên Barzanî ve radestî rejîma Îranê dihatin kirin yan jî dihatin şehîdkirin, bo nimûne şehîdkirina Silêmanê Muînî û Mela Aware û gelek kesên din.
Dr. Qasimlo behsa Beyannameya 11'ê Adarê dike û destnîşan dike ku her çend hikûmeta Iraqê bê kêmasî nebe jî, dîsan jî li ser cîbicîkirina rêkeftinê bi israr bû. Lê belê ji ber têkiliyên Mela Mistefa û şahê Îranê ev rêkeftin nehate cîbicîkirin û ji ber vê yekê jî piştre gelê kurd rastî wê hemû malwêranî û karesatê hat heta ku hat û gihişt aşbetaliyê ku Şah bi ser Mela Mistefa de ferz kir. Mela Mistefa û nifşên pey xwe û beşeke mezin a endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, tu ders ji aşbetaliya sala 1974'an wernegirt. Wê demê û niha jî di xeta xiyanetê de ne û wê xwefiroşiyê didomînin. Bi avakirina Qiyade Muweqeteyê, dîsan xeta xiyanetê domandin.
Dr. Qasimlo di peyama xwe de behsa Qiyade Muweqeteyê dike û dibêje, "Piştî serketina şoreşa gelên Îranê, têkiliyên dostane yên binemala Barzanî bi gelên Îranê re tune bû. Temamê partî û rêxistinên Îranê daxwaz kirin ku hemû endamên Qiyade Muweqeteyê ji Îranê bêne derxistin. Çinku beşdarî piraniya xiyanetên kevn û nû bûbûn ku li hember gelan hatibûn kirin. Her çend Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji yên din zêdetir şarezayî reftar û tevgerên wê komê bû jî, lê belê ji ber hesta me ya berpirsyariyê ya li hember çarenûsa gelê Kurd û hezaran penaberên Kurdên başûrê Kurdistanê ku awareyî Îranê bûbûn, fikra me ya tolhildanê tune bû. Em li her derê li hember wê yekê sekinîn ku Kurdên penaber ji Îranê bêne derxistin. Her wiha di konferansa gelan a li Tehranê de, ku nûnerên partî û aliyan beşdar bûbûn, em wek Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li hember sekinîn ku êrişî Qiyade Muweqeteyê bikin."
NEDURISTIYA QIYADE MUWEQETEYÊ YA LI HEMBERÎ PÊŞMERGEYÊN DEMOKRAT
Qiyade Muweqete û binemala Barzanî her tim di wexta lawaziyê de pena bo Kurdên parçeyên din biriye û daxwaza alîkariyê kiriye. Lê belê her wexta ku saziyên îstixbaratê ew erkdar kiribin, dubare vegeriyane eniya dijmin. Dr. Qasimlo di vê babetê de wiha dibêje, "Destpêkê Qiyade Muweqeteyê ji me re got ku bêyî miwefeqata me hûn ê tu karî nekin û hûn ê ji bo hevkariya me amade bin. Piştî ku şer li Paweyê çêbû, me çek û azûqe bo Paweyê şand, lê çekdarên Qiyade Muweqeteyê li Dizlê rê li ber koma me girtin, ya ku diçû Paweyê. Eger ew xiyaneta Qiyade Muweqeteyê nebûya û di wexta xwe de alîkarî bigihişta şoreşgerên Kurd, wê demê çarenûsa şerê Kurdistanê bi awayekî din dibû. Piştî wê jî şer li hemû Kurdistanê berbelav bû û çekdarên Qiyade Muweqeteyê di pêş hêzên serkutker de bûn."
Çekdarên Qiyade Muweqeteyê bê tu prensîbek li dijî hemû Kurdên azadîxwaz û şoreşger bûn, her tim li ser sînorên Kurdistanê kêşe ji bo şoreşgerên Kurdistanê çêdikirin, bi fermana dagirkeran êriş dibirin ser şoreşgerên Kurd. Li rojhilatê Kurdistanê li dijî azadîxwazan her tim di nav komployê de bûn."
Şehîd Qasimlo behsa xiyaneteke din a kirêgirtiyên Qiyade Muweqeteyê ya sala 1971'ê dike û dibêje, "Kirêgirtiyên Qiyade Muweqeteyê dixwazin biçin aliyê din û gelek çekdaran ber bi Dizlê bi rê dixin, pêşmergeyên me rê li ber wan nagirin, lê kirêgirtiyên Qiyade Muweqeteyê gelek nemerdane ji wê dilpakiyê sûd werdigirin û ji wan bilindahiyan bi hemû hêza xwe bingeh û baregehên Hizba Demokrat ên li Dizlê dikin. Di encama wê de jî panzdeh pêşmergeyên me şehîd û birîndar dibin."
Dr. Qasimlo di dawiya namîlkeya xwe de pirsyara wê yekê dike ku gelo binemala Barzanî çi ji gelê rojhilatê Kurdistanê dixwaze. Her wiha dibêje, "Qiyade Muweqeteyê di wexta êrişa li ser navçeyên azadkirî de, ji serokcaşan re gotiye ku hûn tenê berpirsiyariya şer digirin ser xwe, em ê şer bikin." Dr. Qasimlo dibêje pêwîst e hemû gelê Kurd û bi taybetî Kurdên başûrê Kurdistanê ji binemala Barzanî bipirsin ka gelo bi van karan Kurdên başûrê Kurdistanê rizgar dikin?
Di dawiyê de em dikarin bibêjin ku xiyanet û kirêgirtîbûna binemala Barzanî, PDK û Qiyade Muweqeteyê tenê li parçeyekî Kurdistanê nebûye, mev yek jî wê heqîqetê ji bo me piştrast dike ku binemala Barzanî destika saziyên îstixbaratê ye û li dijî her Kurdekî azadîxwaz hatiye bikaranîn. Ev namîlkeya Dr. Qasimlo jî wê gotinê piştrast dike ku bi rastî binemala Barzanî ne tenê xwefiroş û kirêgirtî ye di heman demê de dijminê rasteqîne yê gelê Kurd e. Ji ber ku li her parçeyekî Kurdistanê û di her qonaxekê de ku hewla azadî û serxwebûnê hatibe dayîn, ev binemala li dijî wê sekiniye û hewla jinavbirinê daye.