‘Em ê qeyûmên wan dîsa bişînin Enqereyê’

Tayînkirina qeyûman li Mêrdînê hat protestokirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê."

Li Mêrdînê bi boneya 4'emîn slavegera tayinkirina qeyûman, ên tayinî şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê hatin kirin, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û hevşaredarên qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin jî di nav de bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku AKP li erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayeke kolonyalîst dimeşîne û got: "Di tayinkirina qeyûman de hedefa ewil Kurdî û destkeftiyên jinan bûn. Feraseta qeyûmtiyê pergala hevserokatiyê jî wekî dijmin hesiband. Dixwazin demokrasî ji holê bê rakirin. Qethiyen em vê qebûl nakin. Em ê memûrên wan ku ew wekî qeyûm tayin kirine, bişînin Enqereyê." 

Aydenîzê bilêv kir ku pêkanînên qeyûman di heman demê de berhema feraseta tecrîdê ne jî û got: "Lê ji bo em van şaredariyên xwe ji wan bistînin, em ê tevî gelê xwe bitêkoşin." 

Paşê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê jî bilêv kir ku desthilata AKP'ê bi gelek rê û rêbazan hewl dide hemû nirxên gelê kurd tune bike û got: "Gelê me yê Kurdistanê baş dizane ku polîtîkayên qeyûmtiyê yên dewletê çi ne. Ji ber ku nikarin dewleê bi rê ve bibin û ji ber ku siyaseta desthilatê xitimiya hewl didin welêt bi qeyûman bi rê ve bibin. Qeyûmên li Kurdistanê dagirkerî ye." 

Ûçarê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî feraseta faşîst hemû qadan rizgar bikin. 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.