Malbatan li aqûbeta Er ê ji aliyê dewletê ve hate windakirin, pirsîn

ÎHD û Xizmên Windayan aqûbeta Hacî Ahmet Er ê di 15'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên dewletê ve hat windakirin pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 758'an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li Navçeya Rezana Amedê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD'a Amedê Ali Îhsan Demîrtaş çîroka Haci Ahmet Er parve kir. Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin.

Demîrtaş da zanîn ku Er di 15’ê Tebaxa 1995’an de hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehate girtin û wiha got, “Hacî Ahmet Er wê demê li Gundê Çelê yê Colemêrgê dima. Wê demê leşker gefan li gundiyan dixwe. Piştre leşker bi ser gund de digirin. Kurê Hacî Ahmet, Adnan ji bo alavên xwe hilbigire diçe gundê cîran. Dema Adnan diçe di navbera du gundan de dengê çekan tê. Wê demê du birayan destgîr dikin û dibin Qereqola Gundê Işikliyê.”

Demîrtaş anî ziman ku, piştî bûyerê Hacî Mîrap jî bi êşkenceyên giran rû bi rû maye û bi şertê wê Hacî Mîhrap ji gund biçe hat berdan. Demîrtaş wiha got: "Malbata Er, difikire wê Hacî Ahmet serbest bê berdan. Lê belê êdî jê agahiyek nagirin. Malbata Er gelekî li berxwe dide lê belê hewldana wan a lêgerînê bêencam dimîne. Ev 28 sal in lê belê hîn aqubeta wî ne diyar e."

Piştre ji bo Hacî Ahmet Er û hemû windayan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.