Leşkerên Tirk êrîşî merasîma bîranîna Bozo Yilmaz kirin: 3 kes hatin destgîrkirin

Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bozo Yilmaz merasîma bîranînê hat lidarxistin. Leşkerên Tirk êrîşî merasîmê kirin û 3 kes hatin destgîrkirin.

Girtiyê nexweşê giran Bozo Yilmaz di 18’ê Tebaxa 2022’an de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê hate qetilkirin. Yilmaz di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yûkarî Goklu Asri ya li taxa Gogan a Navçeya Xelfetî ya Rihayê hat bibîranîn. Ji xeynî malbata Yilmaz, Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Omer Ocalan, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

‘JI BER KURDBÛNA XWE HAT QETILKIRIN’

Çalakiya bîranînê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Omer Ocalan axivî û wiha got: “Hevalê me Boza şaredarê dawî yê Goganê bû. Bi qeyûmê re şaredarên ku gel hilbijart, hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin û îradeya gel hat binpê kirin. Hevalê me hatin girtin û li girtîgehê rûbirûyê zilmeke mezin hatin. Yek ji wan jî hevalê me Bozo bû. Her kes dizanîbû rewşa wî ne baş e. Her çend me hewl jî da, nehat berdan û beriya saleke li girtîgehê hat qetilkirin.”

Dema ku Ocalan axaftina xwe de didomand, di wê keliyê de leşkerek bi hinceta, “Li goristanê daxuyanî dayîn qedexe ye” gefa êrîşê xwar. Ocalan, tevî hewldana astengkirinê ya leşkeran axaftina xwe domand û got: “Hevalê me ku jiyana xwe ji dest da siyasetmedar e. Ji ber Kurdbûna xwe hat qetilkirin. Niha li vir jî zilm li me tê kirin.”

3 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Piştre leşkerên Tirk êrîşî girseyê kirin. Girseyê bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanê” û tililiyan bersiv dan êrîşê. Di encama êrîşê de Berdevka Partiya Çepên Kesk a parêzgehê Senem Erîş, Endamê Meclîsa Ciwanan a partiya Çepên Kesk Enes Rakim û şewirmendê Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Omer Ocalan Nûh Mert Turan hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê li ber avahiya xwe bi daxuyaniyeke êrişa li ser bîranîna Bazo Yilmaz protesto kir. Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Rihayê tevlî daxuyaniyê bûn. 

HDP'Ê BERTEK NÎŞAN DA

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş axivî. Atiş bi lêv kir ku lêşkeran êrişî bîranîna Bazo Yilmaz ê tevî nexweşiya xwe ya giran nehat berdan û di girtîgeha Rihayê de jiyana xwe ji des da kiriye û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Senem Eriş, endamê meclîsa civananên Partiya Çepên Kesk Enes Rakim û Nûh Mert Tûran, şêwirmendê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan destgîr kirine û bertek nîşanî destgîrkirinan da.