Cenazeyê gerîlaya YJA Starê hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Kaymaz ku di şerê li dijî artêşa Tirk de bû şehîd, hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gûrbet Kaymaz a li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di şerê li dijî artêşa Tirk de bû şehîd, li Sêrtê hat veşartin.

Malbata Kaymazê ku Fermandariya Cendirmeyê ya Bedlîsê bi telefonê li wan geriya, çû Bedlîsê. Malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û cenazeyê Gûrbet Kaymazê li wir keşf kir, testa DNA’yê jî lê hat.

Malbatê cenaze êvarê anî Sêrtê. Polîsan dor li Goristana Zeyvê girt û nehişt ku wecîbeyên olî yên Kaymazê bi cih bên anîn û mela were ser gorê.

Polîsan hişt ku bi tenê ji malbatê 10 kes biçin ser gorê û daxwaza şûştina cenaze red kir. Malbata Kaymazê cenaze veşart.