KCDK-E: PDK divê dest ji nêzîkatiya xwe ya şerm berde

KCDK-E’yê bal kişand ser hevkariya ku PDK bi dewleta Tirk re dike û anî ziman ku partî divê demildest dest vê nêzîkatiya xwe ya şerm berde.

KCDK-E’yê bi sernava “PDK li dijî Têkoşîna Azadiyê li gel dewleta Tirk disekine” daxuyaniyek weşand û bal kişand ser daxuyaniya herî dawî ya Alî Avnî.

KCDK-E’yê diyar kir ku rayedarê PDK’ê Alî Avnî xeta xiyanetê ya ku ji aliyê partiyê ve tê meşandin rewa kir û got: “PDK ku ti eleqeya wê bi doza gelê Kurd û Kurdistanê re nemaye, çarenûs û her tiştê xwe endeksî dewleta Tirk kiriye, divê polîtîkayên dijmin neşopîne. PDK ku dewlemeniyê li ser dewlemendiyên xwe zêde dike, ji bo eşîreta xwe hemû nirxên gelê Kurd bazar dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PDK hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk didomîne û di xiyanetê de israr dike û wiha hat gotin: “Heyîna zêdeyî 100’an baragehan a li Başûrê Kurdistanê, mîna biryargeha MÎT’ê bikaranîna wê ji ber vê yekê ye. Piştgirî dayîna dewleta Tirk a qirker û artêşa wê ya dest bi xwîn, xiyanet e. Alî Avnî yê PDK’î şûna ku ji artêşa Tirk a dagirker ne rehet bibe ku bi dehan sal in baragehên wî yên leşkerî li Kurdistanê ne, ji heyîna tevgera azadiya Kurd ne rehet e. Ji ber ku PDK’ê xeya xiyanetê esas girtiye, êrîşên dagirkeriyê li hemû Kurdistanê belav bûne. Ji Duhokê heta Hewlêr û Silêmaniyê MÎT û çeteyên wê yên kujer bi serbestî tevdigerin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li PDK’ê hate kirin: “PDK êdî divê bi rengekî vekirî eşkere bike ku li aliyê gelê Kurd e, yan li aliyê dewleta Tirk a qirker e. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiya şerm berde.”