FEDA: Divê PDK bes xwe bide aliyê dewleta Tirk a qirker

FEDA'yê got, "Em bang li PDK'ê dikin ku bes xwe bide aliyê dewleta Tirk a qirker, bi gel û baweriyên Kurdistanî re bibe yek."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku PDK a ku diviyabû li aliyê gelê Kurd û daxwazên demokratîk rewa yên gelên mezlûm be, xwe dide aliyê dewleta Tirk a komkujer û bi hewldaneke dijminane nêzî Tevgera Siyasî ya Kurd û gelê Kurd dibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rayedarên PDK'ê ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe, xwe nadin ber yekîtiya neteweyî ya Kurdan û hate gotin, "Em bang li PDK'ê dikin ku xwe nede aliyê dewleta Tirk a qirker, bi gel û baweriyên Kurdistanî re bibe yek. Eger hîn jî bibe beşek ji şerê hovane û qirêj ê dewleta Tirk û piştevanê wê yê herêmî, hingî wê berdêleke giran a vê xiyanetê bide. Di heman demê de wê bibe sedema windakirina statuay Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ku gelê me bi kedeke mezin bi dest xist. Bi baweriya ku têkoşîna maffdar a Kurdan wê bi ser bikeve em bang li her kesî dikin ku li ailyê têkoşîna maf û edaletê cih bigirin.

Li ser vê bingehê em bang li PDK'ê dikin ku biryarê bide, gel wê bibe Dehaq an Kawa, Pîr Sûltan û Xizir Paşa."