HPG: Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle şehîd bûn

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Bagokê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet kar kirin û bi vê taybetmendiya xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"4'ê Tebaxa 2023'an li qada Bagokê ya Mêrdînê di êrîşa dijmin de fermandara YJA Starê ya pêşeng hevrêya me Gulbahar û milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Eylem û Dîcle şehîd bûn.

Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle ku her yek ji wan milîtaneke fedaî ya Apoyî bûn, di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku demeke dirêj di nav de bûn bi sekn, tevlîbûn û kûrbûna xwe ya li ser felsefeya azadiya jinê ya Rêberê me bûn mînak. Van hevrêyên me yên hêja xeta azadiyê ya PKK û PAJK'ê, îdeolojiya rizgariya jinê, heqîqeta jinê ya azad û pîvanên wê di kesayetiya xwe de neqişandin, di her karî de bi rengekî fedaî tevlî bûn û bûn pêşeng. Hevrêyên me Gulbahar, Eylem û Dîcle li qadên herî zehmet ya herî zehmet bi cih anîn û bi van taybetmendiyên xwe bûn mînaka gerîlatiya serdema nû ya YJA Starê.

Di serî de malbatên wan ên hêja, ku milîtanên bijarte yên mîna hevrê Gulbahar, Eylem û Dîcle tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Gulbahar Mercan
Nav paşnav: Şekîrnaz Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Mîran-Îskan
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn

Nasnav: Eylem Mûnzûr
Nav paşnav: Emîne Kaplan
Cihê jidayikbûnê. Êlih
Dayik-Bav: Dîlber-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn

Nasnav: Dîcle Eylem
Nav paşnav: Leyla Gulcu
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayten-Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2023 / Mêrdîn

GULBAHAR MERCAN

Hevrêya me Gulbahar li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê li nava malbateke dilsozê nirxên Kurdîtiyê û welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me ku di nava malbateke qelebalix de mezin bû, bi terbiya ji malbata xwe wergirtî û kesayetiya xwe ya bi exlaq mezin bû. Her wiha ji ber ku di nava malbata wê de taybetmendiyên Kurdîtiyê her tim li pêş bû, bi ziman û çanda xwe mezin bû. Malbata hevrêya me Gulbahar ji salên 1980, 90'î û pê ve bû hedefa zextên dijmin, lewma jî malbat bû xwedî seknek li dijî dijmin. Ji ber vê yekê jî vê malbata me ya hêja xwe hîn bêhtir li nirxên xwe girt, ew parast û gihand nifşên nû. Hevrêya me Gulbahar ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî ya hêja mezin bû, bêguman pareke girîng ji van nirxan wergirt. Lê belê hevrêya me li hemberî hin qalibên mejî yên li nava civakê timî kete nava lêpirsînê. Bi taybetî rewşa jinê ya li nava civakê, statuya koletiyê ya lê tê ferzkirin, hîn ji zarokatiyê ve bala hevrêya me Gulbahar kişand, ji ber vê yekê jî kete nava hin nakokiyan. Di sohbetekê de ya bi dayika xwe re ku mamosteya wê ya destpêkê bû, gotina 'Jin dara şikestî ye' ku xwe dispêre tecrûbeya bi salan, bû sedem ku nakokiyên hevrêya me Gulbahar hîn kûrtir bibin. Hevrêya me Gulbahar ev rastiya gi êş û giran a ku dayika wê anî ziman ti carî ji bîr nekir, ev gotin ji bo xwe kir hinceta bingehîn a têkoşînê. Hevrêya me Gulbahar rola civakî ya li jinê tê ferzkirin ti carî qebûl nekir, her tim li dijî van ferasetan têkoşiya. Lê belê ji ber ku têkoşîna wî şexsî ma û dawiya dawî li dîwarê mejiyê bi serweriya mêr ket, hevrêya me Gulbahar kete nava lêgerînên cuda. Li Amedê ku ji bo xwendina zanîngehê çû, hewl da bersivê ji van nakokî û lêgerînên xwe re bibîne, li vê derê ciwanên welatparêz şoreşger nas kir. Hevrêya me Gulbahar ku nakokiya wê ya bingehîn a li nava jiyanê newekheviya navbera jin û mêr, her wiha serdestiya mêr a li ser diyarkirina jiyana jinê bû, bi saya ciwanên Apoyî di encama nîqaşên li vê derê de bersiv ji vê nakokiya xwe re peyda kir. Her ku analîz, parêznameyên Rêberê me yên têkildarî azadiya jinê xwend, nakokiyên xwe ji holê rakir û ew veguherand hinceteke têkoşînê. Hevrêya me di dawiya dawî de weke jinekê alternatîfa jiyana azad bi Rêberê me re dît û bi eşqeke mezin tevlî nava kar bû. Her ku dixwend xwe bi pêş ve dibir û bêhtir têdikoşiya. Hevrêya me Gulbahar derfet dît ku hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê hîn bi pêş ve bibe. Hevrêya me têgihişt ku dijmin li hemberî gelê me êrîşeke hevgirtî dimeşîne, weke encam jî dixwaze gelê me qir bike, li hemberî vê yekê jî divê têkoşîneke hevgirtî bê meşandin. Hevrêya me Gulbahar li ser vê bingehê sala 2009'an weke jineke Kurd a ciwan ku hesreta azadiyê bû, dest ji pola 3'yemîn a zanîngehê berda û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû.

Tevlîbûna hevrêya me Gulbahar li nava refên gerîla bandoreke mezin li nava malbatê kir û bû wesîle ku xwişk û birayên wê jî beşdarî nava refên têkoşînê bibe. Bi vî rengî hîn di destpêka jiyana xwe ya şoreşgerî de bû pêşeng. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava gerîla li herêma Garê wergirt, piştre jî derbasî herêma Qendîlê bû. Hevrêya me li vê derê heta demekê kar kir, hemû detayên jiyana gerîla bi daxwazeke mezin û kelecan hîn bû. Bi saya baweriya ji xwe ya bilind hem zû hîn bû hem jî tevî ku li nava gerîla nû bû, hîn kir. Hevrêya me Gulbahar bi daxwaz, fedakarî û biryardariya li ser armancê, zor û zehmetiyên jiyana gerîla ji pêşiya xwe rakir û diyar kir ku zehmetiya esasî sînorên ku mirovan danîne ber xwe, bi vî rengî heqîqeta jiyana gerîla bi şênberî anî ser ziman. Hevrêya me Gulbahar li herêma Qendîlê bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek bala hevrêyên xwe kişand, li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Li ser vê bingehê ji bo tevlî karên xweparastinê bibe derbasî herêma Geverê bû ku li vê derê bi giranî hevrêyên me yên xwedî tecrûbe lê ne. Hevrêya me bi qasî salekê li vê qadê ma, pratîkeke serketî kir. Hevrêya me bi giranî karê birêxistinkirina gelê me meşand, bi sekn, tevlîbûn û samîmiyeta xwe ji aliyê xelkê me yê Geverê ve hate hezkirin û bû hevrêyek cihê hurmetê.

Di sala 2012'an de ku şerê me yê gel ê şoreşgerî bilnid bû, weke şervaneke azadiyê derbasî herêma Garzanê bû ku lê ji dayik bû û mezin bû. Li vê derê her tim xwest tevlîbûna xwe xurt bike û bibe bersiv. hevrêya me Gulbahar bû parêzvaneke xurt û radîkal a jiyana PKK'ê ya pîroz ku şehîdên me emanet kirine, ji aliyê rêxistinî ve jî pêvajoyeke girîng a têkoşînê derbas kir. Hevrêya me Gulbahar li qada Garzanê rêxistiniya jinê ya xweser weke wezîfeyeke ku divê bi cih were anîn nirxand, ji bo vê pêk bîne kete nava ked û hewldaneke bêhempa. Hevrêya me ku weke fermandara tîm wezîfe dikir, bi perwerdeya hevrêyên jin ên nû tevlî bûn re eleqedar bû, kir ku ew felsefeya azadiyê ya Apoyî ji nêz ve nas bikin. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêya me Gulbahar bi mezikirina têkoşînê bersiv da vê hezkirina hevrêyên xwe.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî destketiyên gelê me kir û xwest ji holê rake, gelê me qetil bike, hevrêya me xwest berê xwe bide Kobanê û mîna hevrêyên xwe li dijî êrîşên çeteyan şer bike. Bi daxwaz û biryardariyek emezin derbasî Kobanê bû, yekser cihê xwe di nava çeperên şer de girt û bi îradeya Apoyî li dijî çeteyan şer kir. Bi saya afirîneriya taktîkê bû xwedî rol ku çeteyên DAÎŞ'ê bêne şikandin û Kobanê gav  bi gav azad bibe. Hevrêya me Gulbahar bi şerê xwe yê li ser xeta fedaîtiyê ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêya me ku di şerê giran de ji pişta xwe birîndar bû, di demeke kurt de birîna xwe pêçand û careke din berê xwe da çeperan. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê hate têkbirin, bi serbilindahiya bicihanîna wezîfeya xwe careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Ji bo karibe di îdeolojiya azadiya jinê de xwe kûr bike ku ji xwe re kir qada têkoşînê ya bingehîn, derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan bû ku akademiya jinê ya azad e û li vê derê tevî komek ji hevalên xwe yên jin tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêya me Gulbahar di pêvajoya perwerdeyê de hem pratîka xwe ya şer a giran nirxand, hem jî ji bo bibe milîtaneke bi biryar a li ser azadiyê, li ser xeta azadiya jinê xwe kûr kir. Hevrêya me di pêvajoya perwerdeyê de bi saya kûrbûnê taybetmendiyên kesayetî yên li pêşiya wê dibûn asteng ji holê rakir û gihîşt wê baweriyê ku tenê bi kesayetiyeke jin a azad dikare bibe pêşeng. Hevrêya me Gulbahar ji xwe re kir pîvan ku mîsyona pêşengiyê ya jinê ya têkoşîna me ya azadiyê di kesayetiya xwe de temsîl bike.

Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, hevrêya me tevlî karên Bakurê Kurdistanê bû û li vê derê nêzî du salan karê ragihandinê meşand. Di vî karî de ku pêwîstî bi bawerî û dîsîplîneke bilind heye, bi tempoya xwe ya bilind û afirîneriya xwe ya di rêbaza tevlîbûnê de di demeke kurt de serketinên mezin pêk anî. Hevrêya me Gulbahar di vî karî de derfet dît ku li ser gelek mijaran serwer be, ji bo bibe fermandareke pêşeng a vê yekê ji xwe re kir firsend. Hevrêya me Gulbahar ji kêmasiyan ders wergirt, ji bo karibe hevrêyên xwe bi pêş ve bibe û bike milîtanên Apoyî li ser rê û rêbazan kûr bû. Piştî ku dewleta Tirk a mêtinger j sala 2018'an destpê kir û êrîşî herêma Heftanînê kir, hevrêya me Gulbahar derbasî herêma Heftanînê bû. Li vê derê bi gelek hevrêyên hêja re li heman çeperê ma, ji bo bersivê bide êrîşên dijmin, di gelek çalakiyên serketî de ked da. Hevrêya me Gulbahar ku ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbeyeke girîng bû, tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, wezîfeyên demê bi cih anî. Ji ber serketinên xwe yên li Pêngava Cenga Heftanînê, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Piştre derbasî nava karên Bakurê Kurdistanê bû û vê carê kûrbûna xwe hemû li ser vê yekê kir. Hevrêya me ku di gerîlatiay Bakur de xwedî tecrûbe û danheviyeke girîng bû, li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Rêberê me û gelê me, li dijî êrîşên topyekûn ên li ser tevgera me xwest li Bakurê Kurdistanê bersivê bide. Bi vê armancê ji bo li ser taktîk, rêbaz û kesayetiya gerîlatiya serdema nû de kûr bibe li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeya fermandariyê bû. Di pêvajoya akademiyê de bi berpirsyariya hevrêyên jin ên li perwerdeyê rabû, ji aliyekî ve xwe ji bo Bakurê Kurdistanê amade kir, li aliyê din jî ji bo pêşketina hevrêyên xwe ked da, hewl da. Hevrêya me Gulbahar di vê pêvajoyê de li ser têkiliyên ehvrêtiyê, rêbaza destwerdana li pirsgirêkan û nirxandina bûyeran xwe kûr kir û li akademiyê bû hêza çareseriyê.

Hevrêya me Gulbahar ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, derbasî Bakurê Kurdistanê bû ku gelekî dixwest. Hevrêya me wezîfeya fermandariya herêmê derbasî Mêrdînê bû, di demeke kurt de hînî qadê bû û dest bi kar kir. Ji ber ku berê di nava karên ciwanan de bû û karên xweparastinê meşand, her wiha li çiyê û li bajêr şer kir, bi vê tecrûbe û baweriya ji xwe li Mêrdînê karên girîng pêk anî. Di serî de rêxistiniya jin û ciwanan, di rêxistinkirina gelê me de kedeke girîng da, li nava gelê me yê Mêrdînê bû cihê hurmetê.

Hevrêya me Gulbahar bi karê xwe, bi kûrahiya di têkiliyên hevrêtiyê de û asta di azadiya jinê de bandor li hevrê û gelê me kir, bi şehadeta xwe jî xeta têkoşînê ya rast nîşanî me da. Bi hêz û morala ji hevrêya xwe Gulbahar wergirtî em soza xwe dubare dikin ku di şexsê wê de hêjayî şehîdên xwe hemûyan bibin.

EYLEM MÛNZÛR

Hevrêya me Eylem li gundê Hergemonê yê navçeya Hezo ya Êlihê ji dayik bû. Hevrêya me li nava gund mezin bû, bi exlaqê civakî, nirx û hişmendiya welatparêziyê ya malbata xwe mezin bû. Dibistana seretayî û navîn li gund xwend. Lê belê di ecnama nîqaşeke bi mamosteyekî dewleta Tirk re ku xwedî mejiyê serwer ê mêr û desthilatdarîperest bû, hevrêya me Eylem ev nêzîkatî red kir, helwest nîşan da û dest ji dibistana dewleta Tirk berda. Mamoste jî be qebûl nekir ku mêrekî paşverû jinê biçûk bibîne, di temenê ciwantiyê de serî hilda û ev rewş ji bo hevrêya me Eylem bû destpêka lêkolîn û lêgerîneke kûr. Piştre sala 2007'an tevî malbata xwe neçar ma ku koçî Stenbolê bike û jiyana xwe li metropolan dewam kir. Lê belê hevrêya me Eylem ne hînî metropolan bû ne jî jiyana modernîteya kapîtalîst. Timî xwe welê hîs dikir ku ne mirova ji wê cîhanê ye, divê li xak û jiyana xwe vegere. Bi vê hestê û têgihiştinê xwe ji nêzîkatiyên modernîteya kapîtalîst ên mirovan ji civaka exlaqî û polîtîk qut dike, dûr xist û xwe ji bandora wê ya dejenerekirinê parast. Hevrêya me Eylem ku kete nava lêgerîn û lêpirsîneke kûr, dema ku li nameyên çalakiya fedaî ya hevrê Sema Yuce û Zeynep Kinaci guhdarî kir, gelekî jê bi bandor bû. Bersiv ji lêgerînên xwe re dît û li ser kesayetiya van hevrêyan, çalakiyên wan û îdeolojiya wan kûr bû.

Hevrêya me Eylem dema ku heqîqeta jinê ya azad û fedaîtî nas kir, ji kêliya destpêkê ve biryar da ku tevlî bibe, ji sala 2011'an heta 2013'an tevlî karên jinê yên azad û ciwanên şoreşger welatparêz bû. Lê belê tevî ku karekî bi bandor û berhemdar kir jî her tim xwe kêm dît. Hevrêya me Eylem her tim xwe li nava gerîla dît, li nava gerîla li jiyana azad û hesreta xwe geriya. Ji ber vê yekê jî bi eşqeke mezin, bi hesreteke mezin xwest xwe bigihîne gerîla û çiyê. Bi taybetîo bi bandora heybetiya artêşbûna jinê ya azad, xwest bibe yek ji gerîlayên jin ên azad. Li ser vê bingehê sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Eylem ku di dilê wê de eşqeke mezin a gerîlatiyê hebû, dema ku tevlî nava gerîla bû qet zor û zehmetî nekişand. Zû hîn bûn. Bi gotina 'Eger jiyana min rojek jî be divê teqez li çiyê û azad be' wateyeke mezin da her roj, her kêliya jiyana gerîla û jiyaneke bi vî rengî ji xwe re kir esas. Li çiyayên azad, li nava tevgera Apoyî ti carî ji rêzê nebû, tevlîbûn û milîtaniyeke ji rêzê qebûl nekir. Dît kuk diyalektîka têkoşînê ya ku gerîlayek şehîd dikeve bi hezaran navê wî hiltîne, ti carî têk naçe. Ji bo vê diyalektîkê dewam bike, navê hevrê Eylem li xwe kir ku ji nêz ve nas dikir û bi hev re ma. Çawa ku tevlî nava gerîla bû, xwest derbasî nava Hêzên Taybet bibe û li ser xeta fedaîtiyê bimeşe. Hevrêya me Eylem bi biryardariya xwe ya bilind, baweriya xwe ya mezin, biryardariya li ser pîvanan, xurtbûna hêviyên xwe, kûrahiya hesreta xwe hîn di kêliya destpêkê de bû milîtanek ku fedaîbûn ji xwe re kir esas. Heqîqeta ku hevrêy ame Eylem di kesayetiya xwe de temsîl kir û nîşaneyên paşerojeke serketî kir ku ew tevlî saziya fedaîtiyê bibe.

Hevrêya me ya di jiyanê de bi tevlîbûna xwe ya rast û fedaî di milîtaniya fedaî ya Apoyî û helwesta jina azad de pêşketineke mezin bi dest xistiye. Wê xwe gihand vîna azad, ziman, hişmendî, hest, pîvan û şêwaza jiyana jinê. Bi kedeke mezin li ser esasê rêgezên bîrdozî yên PKK û PAJK'ê di kesayeta xwe de asteke girîng derxist holê. Hevrêya me ya di çalakiyê de ku dilê wê bi hestên pak lêdixe, bi kûrkirina hesta bilind a fedaîtî û di afirandina ruhê fedaî yê Apoyî de jî bi ser ketiye. Hevrêya me Eylem a ku ji dil û can dilsoza hevrêtiya PKK'ê ye, di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo dilsoziya hevrêtiyê têkoşiya. Ji bo vê bênavber ked da. Ji bo bibe milîtanekî fedaî ya Rêber Apo û bibe hevrêyek têrker gelek ked da. Kesayetiya zelal a hevrêya me Eylem, hestên pak, ruhê fedaî û hevrêtiya ji dil a hevrêya me, di gihandina sira rastiyê de ew gihandiye asteke girîng. Bi moralê ku ji jiyana xwe ya gerîlatiyê wergirtî re bû milîtanekî fedaî ku timî dikeniya û ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê.

Hemû kêliyên jiyana xwe weke fedaî girt dest, fedaîtî tenê di çalakiyan de nedît. Hevrêya me fedaîbûnê weke rêyeke jiyanê, rêyeke tevlîbûnê û pêngava pêşengtiya milîtan a li lûtkeyan dît. Rast nêzî fedaîbûnê bû û hewl da heqê jiyana pîroz a ku bi vîna xwe hilbijartî bide. Her tim bi parastina vîn û biryardariya xwe amade bû ku çalakiya fedaî bike, bê tirs bijî û her tim li dijî dijmin hişyar be, beşdar bû. Bi vî ruhî û şêwaza tevlîbûnê di qadên cuda yên têkoşînê de di karên girîng de cih girt û hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih anî. Yek ji lehengên ku di serkeftinên di dîroka me ya nêz a têkoşînê de derketiye holê, rol lîstiye, ked daye û mohra xwe daye lê navê wê nehate zanîn, hevrêya me Eylem bû.

Hevrêya me Eylem a ku dixwaze meşa fedaî û têkoşîna Apoyî li Bakurê Kurdistanê bidomîne, ji bo têkoşîna li eniyên pêş her tim pêşniyarên xwe pêş dixe. Di sala 2020’an de dema pêşniyara wê hate qebûlkirin, derbasî parêzgeha Mêrdînê bû. Hevrêya me komkujî, zilm û qirkirina hovane ya di salên 2015 û 2016’an de ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Nisêbînê dijî gelê me hate kirin, ji bîr nekir û ji bo tola hemûyan hilîne ber bi Mêrdînê ve meşiya. Têkoşîna li Bakur weke şanseke mezin nirxand, ji bo ku deynê xwe yê li hember Rêbertî, şehîdan û gelê me bide û ji bendewariyan re bibe bersiv weke firsendekê nirxand. Bi ked, hewldan, îradeya fedaî û bi israr zehmetiyan derbas kir. Di kêliyên herî dijwar de jî karîbû gelek êrîşên dijmin pûç bike, bi zîrekî û hewldana xwe ya taktîkî di dem û cih de derbên herî giran li dagirkeran xist. Şansê ku bi Zana û Xebat re ên bi awayekî fedaî ber bi şehadetê ve meşiyan re têbikoşe û bibe hevrê bi dest xist. Bi sekna xwe ya jina azad û ruhê xwe yê fedaî hêzeke mezin da hevrêyên xwe û ji hevrêtiya wan a dilpak û mafdar jî hêz digirt. Di bûyîna hevrêya hevrêyan de bi ser ket û di kêliyên herî dijwar de bi eşkerekirina sînerjiya hevrêtiya PKK’ê ji zehmetiyan derbas bû.

Hevrêya me Eylem ku her tim weke navê xwe di nava çalakiyan de ye, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê û pratîka xwe de her tim bi ruhekî fedaî û paqijiya firişte cih girtiye. Di êrîşa dijmin de tevî 2 hevrêyên xwe yên jin şehîd bû. Sekn, têkoşîn, armanc û xeyalên hevrêya me Eylem, wê ji aliyê me hevrêyan ve mînak bê girtin û teqez bi serketinê tacîdar bibe. Mîna ku hevrêya me Eylem gotiye, ‘Wê bi hezaran derkevin navê hevrêyên şehîd li xwe bikin û çekên wan hildin û teqez wê têkoşîna me ya azadiyê bi ser bikeve.

DÎCLE EYLEM

Hevrêya me Dîcle eslê xwe di nava malbateke Cewlîkî de li Amedê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û ji bo jiyandina kevneşopî û çanda Kurd bi israr bû, hevrêya me Dîcle jî bi çand û kevneşopiyên xwe yên cewherî mezin bû. Mîna her zarokek li Kurdistanê, hevrêya me Dîcle jî hîna di temenekê pir biçûk de rastiya dijmin nas dike. Bapîrê wê ku kesek welatparêz bû û ji aliyê derdora xwe ve dihat hezkirin, ji aliyê Hîzbûl-kontra ve hat şehîdkirin. Ev yek dibe sedem ku hevrêya me Dîcle rastiya dijmin û xeta hevkariyê ya li Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Lewma hîna ji biçûkahiya xwe ve li dijî dijmin û xeta kontra ya hevkar, dibe xwedî hêrseke mezin. Dijmin her roj li Kurdistanê li hemberî gelê me komkujiyan pêk tîne û polîtîkayên qirkirinê bi rêbazên herî kûr pêk tîne. Ev yek hêrsa hevrêya me Dîcle hîn zêdetir dike. Hevrêya me xwest ku di ciwantiya xwe de vê hêrsa xwe kanalîzeyê têkoşînê bike û bawer kir ku ev yek bi têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê pêş ketiye, pêkan e. Partiya me PKK’ê li Kurdistanê hewayê azadiyê afirandiye û gerîla bi vê armancê bi fedakariyeke mezin têdikoşe. Ev yek hevrêya me Dîcle jî pir bandor dike. Dîsa xwesteka jiyana nû ya ku bi pêşengiya Partiya me pêş ketî û di bingehê wê de azadiya jinê heye, bandor kir ku hevrêya me Dîcle tevlî nava têkoşînê bibe. Mîna her ciwan û jineke Kurd a bi rûmet, hevrêya me Dîcle jî rastiya berxwedanê ya heyî û berdêlên ku ji bo vê yekê tên dayîn, ji nedîtî ve nehat û di nava têkoşînê de cih girt.

Hevrêya me sala 2008’an weke şoreşgerek e profesyonel tevlî nava refên têkoşînê bû. Destpêkê hîn zêdetir di nava xebatên ciwan û jinê de cih girt. Hevrêya me Dîcle ji bo perwerdekirin û rêxistinkirina jin û ciwanên Kurdistanê ya li ser esasê “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” ya Rêbertiya me, bû xwedî ked û hewldanekî mezin. Ti carî xwe bes nedît û esas girt ku têkoşîna xwe hîn geştir bike. Hevrêya me Dîcle ji bo ku gelê me bi zane bibe û hîn zêdetir tevlî nava refên têkoşînê bibe û ji bo li Bakurê Kurdistanê bicihbûna sîstema xweser a demokratîk, her kêliya xwe da têkoşînê. Ji ber ku êş û kêfxweşiya gelê me bi hemû samîmiyeta xwe parve dikir, bû rêbereke xwezayî ya gel. Hevrêya li gel her ciwan û jina ku pê re diaxift, şopên kûr dihişt. Dema ku baweriya xurt a gelê me ya ji azadiyê re dîtî, xwesteka wê ya têkoşînê hîn zêdetir bû. Hevrêya me Dîcle çiyayên Kurdistanê weke cihê ku têkoşîna xwe lê bimeşîne, dît û di dawiya sala 2012’an de bi kelecan û coşek mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Dîcle piştî meşeke dirêj a bi rojan gihişt çiyayên Kurdistanê ku bi salan xeyala wê dikir û ji bo ku bigihijiyê ked û hewldanekî mezin da. Ji vê meşa xwe ya dirêj, ji her cihê ku gav bi gav lê derbasbûyî û ji her hevrêyek ku dîtî moralekî mezin girt. Bi lez fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me Dîcle ji nêzîkatiyên gerîlayên ku destpêkê dîtî, hevrêtiya samîmî û ji fedakariyên ku ji bo wê hatine kirin bandor bû. Lê zanî ku ji bo ew jî bigihije vê astê, divê bibe layiqê keda hevrêyên xwe. Xwe bi zanebûna ku ji bo bibe hevrêyeka baş a hevrêyên xwe divê xwe di felsefeya Rêbertî de perwerde bike, her kêliyê xwe perwerde kir. Hevrêya me Dîcle piştî perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn, li qada Qendîlê tevlî xebatên PAJK’ê dibe û ji vir û şûnde kar û xebatê dimeşîne. Hevrêya me piştre bi xwesteka xwe derbazî xebatên leşkerî dibe. Di navbera salên 2014-2017’an de li Zagrosan gerîlatiyê dike. Hevrêyê me Dîcle di vê demê de hîn zêdetir di nava xebatên çapemeniya azad de cih digire. Jiyana gerîla ya bi lehengiyê tejî, bi pênûs û kameraya xwe nemir kir. Hevrêya me Dîcle di destekî xwe de kamera û destê din de jî çek, li Zagrosan gir û gelî nehişt ku neçûyê. Di vê pêvajoyê de şahidî ji berxwedanên destanî re kir. Hevrêya me Dîcle jiyana gelek hevrêyên me yên şehîd kir dîrok. Hewl dida ku têkoşîna şehîdên me geş bike. Her çendî ku bi xebatên xwe bibe xwedî tevlîbûneke serkeftî jî, xwest ku li biçe qadên şer lê zêde. Hevrêya me Dîcle fikirî ku li gel hevrêyên xwe di çeperên berxwedanê de şer bike, wê têkoşîna şehîdên me geş bike û sala 2017’an derbazî qada Metînayê bû.

Hevrêya me Dîcle dema ku tevlî nava refên gerîla bû, anî ziman ku xeyala wê ya herî mezin û armanca wê ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Lewma ketiye wê ferqê de ku di qada îdeolojîk de bigihe û di warê leşkerî de bibe profesyonel. Hevrêya me Dîcle bi taybetî dixwest di felsefeya azadiya jinê ya Rêbertiya me de kûr bibe û kir yek ji armancên xwe yên bingehîn ku di kesayeta xwe de nûneriya taybetmendiyên jina azad bike. Bawer kir ku xeta jina azad a bi keda bi hezaran hevrêyên me yên jin ên li pey şopa Bêrîtan û Zîlanan, hatî afirandin encex bi lêhêrbûneke daîmî û têkoşîneke bê hempa dikare were pêşxistin. Li ser vî bingehî di dema ku li qada Metînayê de li dijî dewleta Tirk a dagirker ku di heman demê de dijminê jinê ye, ji bo têkoşîneke bi bandor bimeşîne xwe di her wateyê de amade kir. Hevrêya me Dîcle baş dizanî ku qasî hilgirtina serbilindiya nasnameya PAJK û YJA Starê, berpirsyariyên wê yên girîng jî hene. Weke fermandarek jin di wê zanebûnê de ye ku divê bibe xwedî sekin û tevlîbûneke li gorî mîsyona wê ya pêşengiyê. Hevrêya me Dîcle zanî ku divê li dijî êrîşên dijmin ên li hemberî Rêbertiya me, gelê me û Tevgera me bibe bersiv. Derbazî Bakurê Kurdistanê bû û xwest hîn bi aktîftir li dijî dijmin şer bike.

Hevrêya me Dîcle di vê pêvajoya dîrokî de, baş dizanî ku encex bi tarzê têkoşîneke bê hempa dikare bibe bersiv. Her çendî ku herî zêde dixwest derbazî qada Erziromê bibe, bi tecrubeyeke mezin li gorî pêdiviyên rêxistina me tevgeriya. Li ser vî bingehî hevrêya me Dîcle derbazî qada Mêrdînê bû û li vir bi gelek hevrêyên me yên hêja re têkoşîn meşand. Hevrêya me Dîcle bi hevrêyên me Hewram, Sozdar, Hîra, Xebat û Zana û bi dehan hevrêyên me re li dijî dijmin bi fedakarî û li ser xeta fedayîtiyê têkoşiya. Ji bo ku bibe layiqê van şehîdên me yên hêja û ala wan a têkoşînê hîn bilindtir bike, bi ked û xwestekek mezin têkoşiya. Weke hevrêyên wê em soz didin ku têkoşîna xwe ya azadiyê ku hevrêya me Dîcle bi îradeyek mezin domand û ji bo wê canê xwe da, hîn geştir bikin."