Li Bilbêsê kesek hate destgîrkirin

Li gundê Bilbês ê navçeya Elkê dorpêça leşkeran 22 roj in dewam dike. Kesek bi navê Levent Çîn hat destgîrkirin.

Li gundê Bilbês ê navçeya Elkê ya Şirnexê 22 roj in dorpêça polîsan dewam dike. Leşkerên li herêmê piştî Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) ji bo ketin û derketina gund destûrê didin.

Li gel êrîşên dagirkeriyê û dorpêçê, zextên li ser gund jî zêde bûne. Îzzettîn Cîn ku 1’ê Tebaxê hatibû destgîrkirin, 4’ê Tebaxê bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û şandin girtîgehê. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Levent Cîn jî hat destgîrkirin. Cîn ku serdana xizmên xwe yên li navçeya Silopiyayê dikir. Cendirmeyan gazî Cîn kir ku were qereqolê. Piştî ku Cîn çû qereqolê hat destgîrkirin. Cîn birin Fermandariya Tumen a Şirnexê.