'Bermahiyên kesên enfalkirî di metirsiyê de ne'

Çalakvan û xizmên kesên enfalkirî dixwazin ku ji bo anîna bermahiyên kesên enfalkirî lez bê kirin, ji ber ku pêşniyarek heye ku wan li Bexdadê bispêrin axê.

Îro li salona Navenda Çandê ya Kerkûkê, di Roja Cîhanî ya Edaleta Kurdistanê de, hin saziyên taybet bi qirkirin û Enfalê tevî nûnerên xizmên kesên enfalkirî civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de hişyarî li ser paşxistina anîna bermahiyên 171 kesên enfalkirî hate dayîn û daxwaz hate kirin ku bi awayekî bilez hestiyên kesên enfalkirî bêne anîn. Her wiha di civîna navborî de hate gotin ku niha pêşniyarek heye ku bermahiyên wan kesan li Bexdadê bispêrin axê.

Hêmin Kamîl, xizmê kesên enfalkirî, di civîneke çapemeniyê de ji kesayet, rewşenbîr û çalakvanên warê Enfal û qirkirinê bigire heta xizmên kesên enfalkirî bi navê 200 kesan daxuyaniyek arasteyî desthilatdarên Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Di daxuyaniyê wiha tê gotin, "Bangewaziyek ji bo desthilatdarên Iraq û Herêma Kurdistanê, 21'ê Tebaxa 2023'yan. Yekemîn danîştina mehkemekirina Sedam Hisên û serkirdeyên rejîma Be'sê li Iraqê ji hêla Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ve dest pê kir û piştî 61 danîştinên dadgehê, dadgehê di biryara xwe ya dawî de êrişên Enfalê yên sala 1988'an wek tawana jenosîdê pejirand û ceza da tawanbar û bikerên wê.

Ev roj ji bo gelê Kurd roja edaletê ye li Kurdistanê û bi vê boneyê em wek xizmên kesên enfalkirî, nivîskar, çalakvan û saziyên warê Enfal û qirkirinê daxwaz dikin ku ji bo vegerandina hestiyên 171 kesên enfalkirî lez bê kirin ku ev çar sal in bermahiyên wan li Tiba Edlî ya Bexdayê hatine hiştin.

Ev bermahî di encama vekirina goreke komî de li navçeya Teşlêxeyê ya bajarê Semaweyê li başûrê Iraqê hatin dîtin. Bermahiyên 171 kesên enfalkirî ku temamê wan ji jin û zarokan pêk tên, nasnameyên wan hatine eşkerekirin û piştî ku ji gorên komî hatine derxistin, li Tiba Edlî ya Bexdayê hatine bicihkirin.

Mixabin piştî çar salan em heta niha tu gav û hewlekê nabînin ji bo anîna bermahiyên delalên me bo Kurdistanê. Ev yek jî xemsarî û paşguhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember vê pirsê nîşan dide.

Mayîna bermahiyên delalên me xemgîniyê dide xizmên kesên enfalkirî. Çinku ev yek heman wê metirsiyê tîne bîra me hemûyan ku di sala 2013'an de bi ser bermahiyên kesên me yên enfalkirî de hat. Wê demê ji ber qaçaxa ceyranê beşeke Tiba Edlî ya Necefê şewitîbû û ji ber wê yekê bermahiyên kesên me yên enfalkirî li wê derê şewitîbûn. Ev yek bi belge û nivîsên fermî li ba Hikûmeta Iraqê û saziya ICMP'yê ya navneteweyî hatiye tomarkirin.

Lewma em wek amadekarên vê daxuyaniyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan dixin ber berpirsyariyê û webalê vê xemsariyê di stûyê wan de ye.

Di heman demê de em daxwazê ji Serokatiyê Komara Iraqê û desthilatdarên Bexdayê û nûnerên Kurd dikin ku berpirsyariya xwe ya mirovî û nîştimanî pêk bînin da ku vegerandina bermahiyên delalên me yên enfalkirî ji vê zêdetir neyê paşxistin, bi taybetî ku rewşa Bexdayê ji ber aloziyên siyasî roj bi roj xerabtir dibe.

Di gel vê hindê, em wê yekê jî destnîşan dikin ku eger hinceta paşxistina anîna bermahiyên delalên me yên enfalkirî bi mebesta çêkirina pişkinîna DNA'yê be, gelek çarerê hene. Bo nimûne dikare ji bermahiyan nimûne bêne wergirtin û nimûne û gorên bermahiyan bêne barkodkirin da ku di wexta pêwîst de bi nimûneyên xizmên kesên enfalkirî re bêne berawirdkirin û bêne nasîn.

Ev bangewaziya me di demekê de ye ku Tiba Edlî ya Bexdayê prosesa pişkinîn û reqemkirina hestiyan temam kiriye û daxwaza çareserî û veguhastina bermahiyan dike. Di rewşa paşxistina anîna wan de, Tiba Edlî ya Bexdayê bi niyaz e ku bermahiyan bi awayekî emanet li goristaneke Bexdayê bispêre axê. Ev yek jî tê wê wateyê ku gorên delalên me dîsan tên windakirin.

Em vê rêya wergirtina nimûneyan wek baştirîn û bileztirîn rê dibînin. Rêyeke din a berevajî vê yekê, tenê dibe sedema zêdetir paşketina anîna bermahiyan."

Hêjayî gotinê ye ku di civîna çapemeniyê de ev şeş daxwaz arasteyî Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin kirin:

1. Bila Wezareta Şehîdan bi hevkariya li gel Wezareta Tenduristiyê dest bi wergirtina nimûneyên xizmên qurbaniyên Enfalê bike.

2. Gorên komî ku hatine dîtin, bila ji bo vekirina wan xebat bê kirin û ji bo peydakirina gorên din ên komî li başûr û naverasta Îraqê lêgerîn bêne kirin.

3. Di pirsa anîna bermahiyên kesên enfalkirî û vekirina gorên kesên me yên enfalkirî de, bila guh bidin daxwazên hemû xizmên qurbaniyên Enfalê. Bê ferq û cudahî, xizmên qurbaniyên Enfalê, saziyên warê Enfal û qirkirinê, nivîskar, lêkoler û çalakvanên vî warî em daxwaz dikin ku di anîna hestiyên 171 kesên me yên enfalkirî yên bê kes mayî de lez bê kirin.

4. Em daxwazê ji xizmên kesên enfalkirî dikin ku bila li gorî Qanûna Parastina Gorên Komî ya Îraqê ya jimare 5 ya sala 2006'an ku bi qanûna jimare 13 ya sala 2015'an hatiye sererastkirin, biçin Fermangeha Gorên Komî ya li Bexdadê û daxwaza vekirina goran bikin. Ji ber ku qanûna navborî eweliyet daye xizmên kesên ku hatine qirkirin.

5. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurd li Bexdadê, bila pirsên qirkirina gelê Kurd bi qasî dosyeyên budce û neftê bikin bingeha gotûbêjên xwe yên li gel Hikûmeta Îraqê.

6. Tometbarên ku ji hêla Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ve daxwaza wan tê kirin, bila bo dadgehê bêne şandin.