Berxwedana karkerên FEDAŞ'ê dewam dike

Berxwedana karkerên FEDAŞ'ê di roja 13'an de dewam dike. Di çalakiyê de işaret bi şert û mercên koletiyê hate kirin ku li karkeran tê ferzkirin.

Karkerên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Firatê (FEDAŞ) li dijî heqdestê kêm û mercên xebatên yên bêtemînat li Dêrsimê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 13’an de berdewam dike. Karkerên li pêşiya FEDAŞ’ê hatin ba hev, daxwazên xwe gotin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Ceyran, Gaz, Av û Bendavê (Enerjî-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Emîn Atsiz jî piştgirî da çalakiyê û wiha got: “Eyleme destek veren Devrimci İşçi Sendikaları Konfederasyonu’na (DİSK) bağlı Elektrik, Gaz, Su, Baraj Çalışanları Sendikası (Enerji-Sen) Genel Sekreteri Emin Atsız, “Em ê bi her kesên me nabînin û nabihîsin bidin fêmkirin ku em mafdar in.”

Bi domdarî Atsiz anî ziman ku mobbîng û zextên tên kirin divê bi dawî bibin û wiha domand: “Bi heqdestekî kêm re karkeran mehkûmî koletiyê dikin. Bi 14 hezar lîreyan karkeran neçarî koletiyê dikin. Bi hinceta çalakiyê, nifteyên wesayîtên karkeran bi kar di anîn jê standine. Ji bo daxwaza me ya hevdîtinê li rexekî dibêjin ‘temam’ û li rexa din jî dibêjin ‘em dest bi kirariya hiqûqî dikin, ferman ji jor hatiye dayîn.’ Bi vê sedemê nifteyan kom dikin. Karker, bi wesayîtên xwe yên şexsî mudaxileyî erizeyan dikin.”

Piştî daxuyaniyê, karkeran xelekên govendê gerandin û çalakiya xwe domandin.