Cenazeyê Yildirim ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin hat wergirtin

Cenazeyê Mehmet Yildirim ê li gundê Nenyas ê Licê hat qetilkirin, ji ATK'ya Amedê hat wergirtin.

Cenazeyê Mehmet Yildirim (45) ê duh saet li dor 22.00'yan li gundê Nenyas ê Licê yê Amedê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, îro anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê. Cenaze bi saetan li saziyê hat sekinandin. Ji malbatê re hatibû gotin ku wê cenaze saet di 20.00'an de bê bê dayîn, lê saet di 21.30'yî de hat dayîn. 

MEBYA-DER, xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, DEM Partî û DBP'ê yên Amedê û rêxistinên her du partiyan ên navçeyan piştgiriyê dan malbatê. 

Dem cenaze radestî malbatê hat kirin girse dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û Şehîd Namirin" berz kirin. Malbat, cenazeyê Yildirim wergirt û ber bi gundê Nenyasê ve bi rê ket. Siyasetmedarên DEM Partî û DBP'yî û nûnerên saziyên din yên piştgirî dan malbatê, ji bo definkirina cenaze bi malbatê re ber bi gundê Nenyasê ve çûn.