BI DÎMEN

Kêliyên ku artêşa Tirk teqemeniyên qedexekirî bikar tîne

Kêliyên ku artêşa Tirk a dagirker teqemeniyên qedexe li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar anî, careke din hatin belgekirin.

ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker teqemenî û çekên kîmyewî yên li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin û bikaranîna wan sûcê şer tê dîtin li dijî tunelên şer ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne.

Di dîmenên meha Gulana 2024’an de kêliyên ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcê şer dike, careke din hatin belgekirin. Ji ber tundiya teqîna teqemeniyên qedexekirî ewrê tozê û kevir bi sedan metreyan li hawîrdorê belav dibe û ber bi asîmanan ve bilind dibe. Tevî ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî gelek caran hatine belgekirin jî, saziyên navneteweyî ji nedîtî ve tên.

Dîmen û belgeyên teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker di salên 2021, 2022 û 2023’yan de gelek caran di ajansa me ANF'ê de hatin weşandin.