Dayika girtî: Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê bişikînin

Dayika girtî Afîfe Kartal got, "Ji bo xak û girtiyên xwe em dakevin qadan. Dema ku em rabûn ser piyan tiştekî ku em bi dest nexînin nîne. Eger em rabin ser piyan em ê tecrîdê jî bişikînin."

DAYIKÊN AŞTIYÊ

Dayika girtî Mûhammed Kartal Afîfe Kartal anî ziman ku du meh in nikare zarokê xwe bibîne, nikare agahiyê jê werbigire. Afîfe Kartal ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya bi çalakiya girtiyan bang kir û got, "Em li mala xwe rûnenên, dengê xwe bilind bikin."

Li girtîgehên Tirkiyeyê, çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku di 27'ê Mijdarê de di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate destpêkirin, di 4'ê Nîsanê de bi dawî bû. Girtî ji hingî ve tevlîbûna li dadgehan red dikin, serdana malbatan qebûl nakin û axaftina bi telefonê pêk nînin. Xizmên girtiyan jî piştî çalakiyên Nobeda Edaletê her hefte li 5 bajaran çalakiya 'Dengê xwe tevlî azadiyê bike' pêk tînin.

EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN Û SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Yek ji beşdarên vê çalakiyê dayika girtî Mûhammed Kartal Afîfe Kartal e. Kartal anî ziman ku ew girtiyên siyasî hemûyan weke ewladê xwe dibînin û got, "Em neçar in ku dengê wan bibihîzin. Divê em berxwedana girtiyan xurt bikin. Her kesên xwedî wijdan û îmanê bila li me binihêre, berxwedana me bi tenê nehêle. Du meh in em nikarin agahiyê werbigirin. Bi salan e agahî ji Birêz Ocalan nayê wergirtin. Ne parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pê re bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hem tecrîda li ser Birêz Ocalan hem jî tecrîda li ser girtiyên din divê êdî bi dawî bibe."

NABE KU XWEDÎ LI BERXWEDANA ZAROKÊN XWE DERNEKEVIN

Kartal xizmên girtiyan ên ku tevlî berxwedana malbatan nabin rexne kir û got, "Malbatek ku xwedî li berxwedana zarokê xwe dernakeve, gelo bi kîjan wijdanê xwedî lê dernakeve? Çawa dikare li malê rûnê? Girtî li girtîgehê jî ji bo azadiya me li ber xwe dide, di rewşeke bi vî rengî de em çawa dikarin li malê rûnên? Her hefte li pêşiya girtîgehan li dijî tecrîdê em dengê xwe bilind dikin. Divê xizmên girtiyan hemû bên û tevlî dengê me bibin. Du meh in em nikarin alavan bişînin, ji wan re nayê dayin; kargo dibêje em dişînin, lê li me vedigerin. Ne dengê wan tê me, ne em dikarin hevdîtinê bikin, ne jî nameyekê dikarin werbigirin. Ji bo em fêhm bikin bê li Îmraliyê çi dibe ew vê çalakiyê dikin, lê belê xwedîderketina li çalakiya wan bi têrkerî nîne.

EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN, DAKEVIN QADAN!

Kurê min beriya destpêkirina çalakiyê nameyek nivîsand û ji min re şand. Ew name beriya 10 rojan gihîşt ber destê min. Wê nameyê bêhn anî ber min. Bifikirin ku dema agahî ji Îmraliyê hat wê bêhn çawa bê ber gelê Kurd, wê hêviyeke çawa bide gel... Bila ti Kurd vê tecrîdê qebûl neke. Weke sala 2019'an û beriya wê em xwe bi rêxistin bikin û dakevin qadan. Eger em dakevin qadan, herî zêde wê êrîş bikin, çend kesan bigirin. Bila bigirin, wê çi bibe, ma wê qiyamet rabe? Gel em ji ewladên xwe hîn zêdetir bi qîmet û hêja ne?"

EGER EM RABIN SER PIYAN EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN

Kartal anî ziman ku her gava ew dibêjin aştî, hikumeta Tirk balafirên şer radike û got, "Bombeyan li çiya û deştên me dibarînin. Gelê me qetil dikin., gundên me dişewitînin. Em ji bo xaka xwe, ji bo girtiyên xwe dakevin qadan. Em hêza xwe nîşan bidin. Dema ku em rabûn ser piyan tiştek nîne ku em bi dest nexînin. Eger em rabin ser priyan em ê tecrîdê bişikînin. Em bi vê zanin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Banga min li her kesî ye; em ji bo aştî û azadiyê têbikoşin. Em bibin dengê girtiyên xwe."