Cenazeyê Mehmet Yildirim ê hate qetilkirin, li ATK’ê tê sekinandin

Cenazeyê Mehmet Yildirim ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hate qetilkirin, li ATK’ê tê sekinadin.

CENAZEYÊ YILDIRIM LI ATK’Ê TÊ SEKINANDIN

Duh bi şev saet li derdora 22.00’an leşkeran derûdora gundê Nenyasê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê hate dorpêç kirin. Leşkeran bi helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin. Maleke ku zarok û jin têde hebûn hat gulebarankirin.

Dorpêça li gund piştî 4 saet û nîvan saet di 02.20'an de bi dawî bû û leşker ji gund derketin. Di operasyonê de bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yildirim ê jiyana xwe ji dest da ji aliyê leşker û polîsan ve anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. Demekî dirêj agahî jî nehate dayîn. Malbatê piştî parvekirina Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hîn bû ku kuştin çêbûye.

Malbatê ji bo cenazeyê xwe bigire hate ber deriyê ATK’ê. Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER), malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de cih girtin, rêxistinên navçeyê yên DEM Partiyê û DBP’ê û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî piştevaniya malbatê kirin. Ji malbata ku ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da re hate gotin ku li benda dozger sekinî ne. Hate ragihandin ku dê cenazeyi saet dora 20.00’an bidin malbatê.