BI DÎMEN

'Xelkê Êzidî divê li warê xwe vegere'

Êzidiyên li kampa Mam Reşan dawî li hesreta xwe ya 10 salan anîn û li warê xwe vegeriyan. Piraniya koma ji 200 malbatî li Dugirê bi cih bû.

VEGERA LI ŞENGALÊ

Êzidiyên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ketibûn ser rêya koçberiyê, dawî li hesreta 10 salan tînin û vedigerin Şengalê. Welatiyên ji Kampa Mam Reşan ya Şêxanê ya bi ser Dihokê vegeriyan li ser axa xwe û li Digurê bi cih bûn ji ANF’ê re axivîn.

JIYANA LI SER AXA XWE BIRÛMETIRE

Heyam Hesen a piştî 10 salan vegeriya li ser axa xwe, anî ziman ku di nava 10 salan de du caran konê me yên jiyanê şewitî û got: “Li kampê ne rojên me ne jî şevên me hebûn, timî dilê me bi zarokên me re bûn û me ne dizanî ka wê kengê agir bi kon bikeve. Em vegeriyan li ser axa xwe. Her çiqasî jiyana me li vir zehmet jî be em ne poşmanin. Em li kampê jî di konan de bûn û li vir jî em di konan de ne, lê jiyana li ser axa xwe birûmetire.”

Heyam Hesen diyar kir ku hemû welatiyên li kampan dimînin li benda vegera Şengalê ne û got: “Divê hikûmet bi erka xwe rabe û bi welatiyan re bibe alîkar.”

Welatiyê bi navê Xidir Hesen jî piştî 10 salan vegeriya li ser axa xwe, wiha got: “Mirov li ser axa xwe birûmet e. Li wir jî em di konan de bû li vir jî em di konan de ne. 10 sal in em gelek mexdur bûn. Timî em li bendê bûn ku em rojekê vegerin li ser cih û warê xwe. Divê civaka me bi gotinên tu kesî nexabin û axa me cihê herî bi aram û ewleye. Divê hemû civaka me vegere li ser axa xwe.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi hemû hêza xwe ji koçberan re seferber bûye û ji hemû welatiyan re destê alîkariyê dirêj dike.