'Em ê di hest û fikrê xwe de bi Kurdî bijîn'

Di axaftinên li mîtînga Cejna Zimanê Kurdî hatîn kirin de, peyama “Em ê zimanê xwe li her qadê di hest û fikir de bidin jiyîn û polîtîkayên tunehesibandinê pûç bikin. Divê em di hest, fikir û wijdanê de Kurdî biparêzin” hate dayîn.

ZIMANÊ KURDÎ

Di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li Fener Alay a li Taxa Sahîl Kent a li navçeya Erdîş a Wanê mîtîng hate lidarxistin. Mîtînga ziman bi şîara “Her dem Kurdî her der Kurdî” hate lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên “Her dem li her derê bi Kurdî bi axivin, bi Kurdî bixwinin, bi Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bijîn” û “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” hatin daliqandin û dozîzên “Kurdî hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Kurdî dayîka me ye” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hildan.

Mîtîng bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Lêkolînên Çand û Hunera Kurdî (ARSÎSA), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kovara Destar hate lidarxistin. Ji Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî beşdarî mîtîngê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji Hevserokatiya Erdîşê ya DEM Partiyê Mecbûre Açik di mîtîngê de axivî û wiha got: “Zimanê me nasnameya me ye. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Gulşen Kûrt jî wiha got: “Tevî ku zimanê me xwedî paşerojeke qedîme, li her qadê tê astengkirin. Divê em li dijî van polîtîkayên astengkirinê, xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin.”

Dîba Keskîn jî li ser navê TJA’yê axivî û ev tişt got: “Divê em ti nirxên xwe ji bîr nekin û di fikir, hest û wijdanê de Kurdî biparêzin. Kurdî ziman, nasname, dîrok û hebûna me ye.”

Di mîtîngê de Koroya Koma Zarokên Zîlanê stran gotin. Li ber stranên koroya zarokan, govend hate gerandin.

Hevberdevka Komîsyoan Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbahar jî diyar kir ku Kurd di tevahiya dîrokê de rû bi rûyê zilm û êrîşan man û destnîşan kir ku gelê Kurd tevî hemû zext û êrîşan jî xwedî li zimanê xwe derketiye.

Ji Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir jî ev tişt got: “Bi salane gelê Kurd têkoşîna ziman dimeşîne. Zimanê me zimanekî hezar salî û qedîm e. Çiqas asîmîlasyon hebe jî, em ê li qada siyaset û parlamentoyê jî xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ê bi têkoşîna xwe, zimanê xwe bikin zimanekî fermî.”

Mîtîng piştî muzîk û gerandina govendê, bi dawî bû.