BI DÎMEN

Desteya Eşayîr a Şengalê: Kes nikare pêkve jiyana li Şengalê xira bike 

Casim Hirêr diyar kir ku di demên dawî de gelek kesayet û partiyên siyasî yên derveyî Şengalê dixwazin navbera Ereb û Êzdiyan de nakokiyan derxin û got, “Wê tu kes nikaribe navbera me xira bike."

DAXUYANIYA EŞÎRA ŞEMER

Artêşa Iraqê ya Şenglê bi ser gelek malên ku piraniya wan Ereb ên eşîra Şemer ên li Beaacê de girtin. Desteya Eşayîr a Şengalê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji serokên Eşîra Şemerê Casim Hirêr ve hate dayîn û ku got wê kes nikaribe xwişk û biratiya di nava Ereb  û Êzdiyan de xira bike.


Casim Hirêr diyar kir ku weka eşîrên Şengalê li gel qanûnê ne û xwe ji ber tu qanûnan nadin alî wiha got: “Ger agahî di ber destê Artêşa Iraqê nebana wê bi ser wan malan de ne girtibe û ev yek mafekî wan yê destûrî ye.”
Hirêr daxuyand ku gelek partiyên siyasî yên derveyî Şengalê hene dixwazin di navbeyîna Ereb û Êzdiyan de nakokiyan derxin û wiha domand: “Em li vir radigihînin ku wê tu kes nikaribe xwişk û biratiya di nava me û Êzdiyan de xira bike û me wekheviya gelan careke din ava kiriye. Bi sedan salan e em û Êzidî weke du malbatan bi hev re dijîn. Carna di navbera malbatan de pirsgirêk rû didin, nabe ku dema di nava du malbtan de pirsgirêkek piçûk rûdidin em mezin bikin. Divê em pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin û tifaqa xwe çêbikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hirêr ev tişt anî ziman: “Em weke Eşayîrên Şengalê nahêlin ku siyaseta partiyan navbera me xira bikin. Em li vir bang li her kesî dikin bi siyaseta kesî nexapin û wekheviya xwe xira nekin. Em jî bi her hêza ewlekariyê re ne ku em rê li ber şaneyên DAÎŞ’ê bigirin û nehêlin careke din xwe li heremên me bi hêz bikin. Em careke din li vir di bêjin em eşîr in tu eleqa me bi siyasetê re nîne û çi dibe bila bibe wê kes nikaribe navbera me xira bike.”