Hêzên gerîla li Gever, Zap û Metînayê li dagirkeran xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Gever, Zap û Metînayê çalakî kirin. Di encamê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate cezakirin, yek jî birîndar bû. Her wiha kamerayeke mobesse û 7 fotoxefik hatin îmhakirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Geverê;

Di navbera 12-20'ê Gulanê de li herêma Geverê li qadên Xapûrtê, Yekmalê, Mûşanê û Memkawayê 7 fotoxefikên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin.

Li herêma Metînayê;

22'ê Gulanê saet di 13:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çalakiyeke sekvaniyê dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

22'ê Gulanê saet di 16:20'î de li Qada Berxwendanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22'ê Gulanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bi pêş ve biçin bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Gulanê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Gulanê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

23'ê Gulanê saet di 17:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê sîstemeke kamera ya mobesse bi sekvaniyê hate îmhakirin.

24'ê Gulanê saet di 02:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

23'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 17 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23'ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

23, 24 û 25'ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Goşînê, Kolît, Lolan, Sinînê 5 caran, li herêma Garê qada Gûzê 2 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."