TUAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist: Divê tecrîd were şikandin

TUAY-DER’ê 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di peyamên kongreyê de hate gotin ku divê tecrîd were şikandin û banga banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

KONGREYA 4'EMÎN YA TUAY-DER'Ê

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) li avahiyeke navçeya Sûr a Amedê bi tevlîbûna sedan kesan 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pankartên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Ji girtiyên jin re azadî” û “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hatin daliqandin. Hevserokên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Eylem Bîrtane û Kerem Canpolat, Hevserokên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Semîre Akkoç û Mehmet Emîn Kiliç, Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û navçeyên wê, dayikên Nobeta Edaletê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl tevlî kongreyê bûn.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat di kongreyê de axivî û ji ewil bal kişand ser welatiyê bi navê Mehmet Yildirim ê li navçeya Liceyê hatibû qetilkirin û ev yek şermezar kir. Bi domdarî Canpolat behsa tekoşîna li zindanan jî kir û diyar kir ku girtiyên siyasî ji bo pêşeroja wan li ber xwe didin û divê ew jî li wan xwedî derbikevin. Canpolat da zanîn ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahiyan nagirin û çalakiyên li welat û derveyî welat tên lidarxistin bi bîr xist û anî ziman ku çalakiya li girtîgehan ji bo wan tevan rexneyek e. Canpolat, banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.

Ji dayikên di çalakiya Nobeta Edaletê de Edalet Afîfe Kartal jî diyar kir ku divê ew bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin û got: “Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Heta dawiya xwîna xwe em ê li dû doza zarokên xwe bin. Em tevek di tecrîdê de ne û divê em xwedî li çalakiyan derkevin. Xwedî li zindanan derbikevin da ku darbest jê dernekevin.”

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî beşdar, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî silav kir û got, dê xwedî li keda girtiyan derkevin. Kiliç da zanîn ku dê di 9’ê Hezîranê de li Eywana Dawetan a Kaplan City ya li navçeya Peyasê bi malbatên girtiyan re bicivin û banga tevlîbûnê kir.

Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat jî hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadî û aştiyê. Polat daxuyand ku ji dîroka komarê ve girtîgeh her tim cihê pirsgirêkan bûn û got ku divê têkoşîna li dijî vê were mezinkirin. Polat, bi lêv kir ku gelê kurd îro tecrîdkirî ye û wiha got: “Gel li dijî vê li ber xwe dide. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê rakirin dê têkoşîna me û girtîgehan bidome.”

Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî qetilkirina Yildirim şermezar kir û berxwedana li zindanan silavk ir. Yaray got ku Kurd di qonaxa serkeftinê de ne û ev yek jî bi tifaqê pêkan e. Yaray anî ziman ku divê her kes xwedî li girtiyan derkeve, divê tecrîd were rakirin, dengê girtiyan li cihanê bê belavkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li tevahiya beşên civakê dike.

Piştî axaftinan raporên xebatan hatin xwendin û rêveberiya nû hate diyarkirin.

Yeter Eren Tuna, Cîhan çîçeklî, Azad kaya, Încî Guler Altindal, Nerîman Aydin, Eşref Yaşa, Mizbah Mûnar, Nûriye Kaya, Şaban Yegîn, Mehmet Ayder, Ferhat Koçeroglû, Huseyîn Okkan, Remziye Odungît, Alî Riza Kiyar, Osman Bulent Guler û Bekir Aydin weke rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Hevserokên nû dê di rojên pêşde ji hêla rêveberiya nû ve bên ragihandin.

Kongre bi silavdayîna rêveberiya nû bi dawî bû.