'Li dijî xeta xiyanetê pêwîstî bi stratejî û yekdengiya neteweyî heye'

Siyasetmedar û rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî dagirkeriyên li ser Kurdistanê helwest were nîşandan.

Piştî berfirehbûna êrişên dewleta Tirk ên dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê û dîsan destpêkirina operasyonên leşkerî yên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê, her ku diçe li başûrê Kurdistanê li dijî vê yekê nerazîbûn zêdetir dibin.

Têkildarî pêşhatên van demên dawî Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Murad ji ANF’yê re axivî û got: “Em dibînin ku hêzên herêmî û navneteweyî bi her awayî ji bo jinavbirina destkeftên gelê Kurd di nav hewldanan de ne û dixwazin wan derfetên dîrokî ku ji bo gelê Kurd çêbûne, asteng bikin.”

Zeyneb Muradê di axaftina xwe de amaje bi operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker kirin û wiha domand: “Operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk roj bi roj berfirehtir dibin. Dewleta Tirk tenê bi operasyonên leşkerî ranaweste, her wiha êrişî ser çand û zimanê Kurdî jî dike.”

Hevseroka KNK’yê da diyarkirin ku divê li hember van dagirkeriyan helwesta neteweyî bê nîşandan û got: “Pêwîst e hemû partî û aliyên siyasî bi helwesteke neteweyî li hember van êriş û komployan bisekinin û alîkariya dagirkeriyê nekin.”

Her wiha Zeyneb Muradê di dawiya axaftina xwe de amaje bi nehiqûqîbûna doza Kobanê jî kir û got: “Armanca dewleta Tirk qirkirina siyasî ye, doza Kobanê jî di vê çarçoveyê de ye, dixwaze rê li ber hemû kar û xebatên siyasî yên gelê Kurd bigire. Dîrokê nîşan daye ku tu carî dagirkerên Kurdistanê bi kuştin û qirkirinê nekarîne gelê Kurd ji nav bibin.”

FIŞAREKE ZÊDE LI SER WAN PARTIYAN HEYE KU TÊ DIKOŞIN Û LI BER XWE DIDIN

Çavdêrê siyasî Felah Salih jî têkildarî metirsiyên li ser destkeftên gelê Kurd ji ajansa me re axivî û wiha got: “Niha ji ber rikaberiyên navneteweyî û herêmî fişareke zêde li ser başûrê Kurdistanê û wan partiyan heye ku tê dikoşin û li ber xwe didin. Lewma ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir pêwîst e li başûrê Kurdistanê helwesteke neteweyî li hember dagirkeran were  wergirtin.”

Felah Salih da zanîn ku dîrokê nîşan daye ku gelê Kurd gelekî aştîxwaz e û wiha got: “Gelê Kurd her dem  ji bo çêbûna aştî û çareseriyê berdêl dane. Berdêla dawî jî li bakurê Kurdistanê di doza Kobanê de bû ku Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî  ji ber piştgirîkirina doza gelê Kurd ya rewa hatin cezakirin. Lewma pêwîst e ku partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê piştgiriyê nedin xeta xiyanetê.”

DEWLETA TIRK LI DIJÎ STATÛYA KURDAN E

Endamê Kongreya Neteweya Kurdistanê Şêrko Heme Emîn der heqê êrişên dewleta Tirk de ji ANF’yê re axivî  û wiha got: “Erka hemû aliyên siyasî ye ku stratejiyeke wan a hevpar hebe. KNK jî ji bo vê armancê hatiye damezrandin û dixebite ku hemû alî di bin sîwana KNK’yê de kom bibin. Ez bangewaziyê li hemû partiyan dikim ku bi tu awayî nekevin nav planekê ku li dijî parçeyên din ên Kurdistanê ye. Wekî ku em dizanin dewletên dagirker û bi taybetî Tirkiye bi her awayî êrişî başûr û rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk li dijî statûyeke gelê Kurd e. Lewma divê bê zanîn ku her aliyê ku biçe nav planên dewleta Tirk, dê zerarê bide destkeftên gelê Kurd û xwe. Her aliyê ku biçe nav planên dewleta Tirk û hevkariya wê bike, dikeve xiyanetê û pêwîst e xiyanet jî bê şermezarkirin.”

Şêrko Heme Emîn amaje bi doza Kobanê jî kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji damezrandina xwe ve ji bo qirkirina gelê Kurd tê dikoşe. Doza Kobanê bi temamî lîstikeke desthilatdarên Tirkiyeyê ye. Baştirîn çareserî ji bo Tirkiyeyê çareseriya siyasî ye. Dîrokê nîşan daye ku gelê Kurd ji nav naçe. Doza gelê Kurd a rewa ne tenê ji nav neçûye, her wiha pêşve jî çûye. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rakirina siyaseta tecrîdê û bi azadkirina girtiyên doza Kobanê çareser dibe. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan mifteya çareserkirina pirsgirêkan e.”