BI DÎMEN

Cazim Cirdo: Divê xelkê komelgeha Girzerikê vegere warên xwe

Cazim Cirdo, behsa xemseriya hikûmeta Iraqê ya li hember vegera gel a ji bo Şengalê kir û got, “Divê xelkê komelgeha Girzerik vegere Şengalê, dest bide destê hev, gund û komelgeha xwe ji nû ve ava bike.”

Komelgeha Girzerik yek ji wan komlgehan bû ku di dema fermana sala 2014'an de li hember çeteyên DAÎŞ’ê destan nivîsandin û di encama berxwedanê de bi dehan şehîd dan da ku gelê Şengalê xwe bispêre çiya.

Xelkê Komlgehê ji hikûmeta Iraqê ne razî ne. Ji ber ku heya niha ti alîkarî nedaye ku bikaribin vegerin warên xwe. Saziyê IOM’ê heta niha tenê ji bo vegera 27 malbatan alîkarî dane. Tê diyar kirin ku amadekarî ji bo alîkariya 40 malbatên din tê kirin. Lê ji bo vegera gel li Şengalê ev alîkarî gelek kêm dimîne. 

Şêniyê bi navê Cazim Cirdo, qala xemsariya hikûmeta Iraqê kir û ev tişt gotin, “Gelê me ne ji ber aramiyê, venagere ser cih û warê xwe. Ji ber xemsariya hikûmetê venagere. Heta niha maleke bi tenê ya Êzidiyan ji aliyê dewletê ve nehatiye tazmînkirin. Eger alîkarî bidin wê hemû gel vegerin cih û warên xwe.'' 

‘GEL VEDIGERIN LÊ SAZIYÊN HIKÛMETÊ NABIN ALÎKAR’  

Casim Cirdo, da zanîn ku ew hemû karûbarên fermî pêk anîne da ku karibin xaniyên xwe ji nû ve ava bikin û got lê saziyên peyîwendîdar pêwistiyên me serif nake. Cirdo got, “Eger wezarata koç û koçberan û saziyên din bi gel re bûban alîkar wê gel bêdûdilî vegeriyaba. Lê ew nabin alîkar û ji ber vê yekê vegera gel girantir dibe. Hinek saziyên navnetewî hene dibin alîkar lê ew bi tenê têr nake, divê hikûmet bi erka xwe rabe.'' 

Casim Cirdo, bang li xelkê komelgeha Girzerik kir û ev tişt gotin, “Werin em bi hev re careka din dest bi ava kirina gund û komlgeha xwe bikin. Heya ku hûn neyên wê her komlgeh kavilbûyî bimîne. Mirov ne li ser axa xwe be her mîna biyaniyek dijî.” 

'ARAMIYA LI ŞENGALÊ HEYÎ LI TI DEVERÊ NÎNE' 

Cirdo di dawiyê de behsa aramiya li Şengalê jî kir û got, ''Şengal niha ji her demê aramtire. Gelek kes xwe dixapînin û dibêjin ‘Şengal ne arama, em venagerin.’ Lê em li vir dijîn. Aramiya li herêmê ji her demê xurtir û bi hêztir e.”

Hêjayî bibîr xistinêye ku Komlgeha Girzerik jî mîna her komlgeheke din a Şengalê di sala 1975'an ji aliyê rejîma BAAS’ê ya Saddam Hûseyîn ve hate avakirin û gel ji çiya bi darê zorê daxisitin û li wir bi cih kirin. Di sala 2014'an yek ji komelgeha ku DAÎŞ’ê êrîş bir ser û berxwedana li Şengalê ji wir dest pêkir, komelgeha Girzerik e. Heya roja îro bi dehan cenazeyê şehîdê berxwedana Girzerik hîna li ber wan satirane û ji aliyê hikûmetê ve nehatine rakirin.