Serdana ji bo malbata Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin

Ji bo malbata Mehmet Yildirim ê ji aliyê leşkerên Tirk ve li Licê hate qetilkirin serdanên sersaxiyê têne kirin.

Li gundê Nenyasa bi ser navçeya Licê ya Amedê ve 24’ê gulanê leşkerên derketin operasyonê avêtin ser mala Mehmet Yildirim ê bavê 4 zarokan û ew kuştin. Bo Yildirim li Mizgefta Odabaşi Bal a li taxa Bagcilara Rezanê ya Amedê şîn hat danîn. Xelkê Amedê bi girseyî serdana şînê kir.

Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hat kirin. Rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê û gelek nûnerên saziyan beşdarî serdana şînê bûn.

Di şînê de rêz hat girtin û ji malbatê re sersaxî hat xwestin. Paşê Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç axivî û bertek nîşanî kuştina Mehmet Yildirim da û sersaxiyê ji malbatê û gelê kurd re xwest.

Serdana şînê bi xwendina diayan û fatîhayan bi dawî bû.