JIN
Hemû Nûçe
-
YPJ’ê ji bo kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane, peyamek sersaxiyê weşand
YPJ’ê ji bo kesên di avahiya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hilweşayî de, jiyana xwe ji dest dane peyamek sersaxiyê weşand. -
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê: Em mafê jiyanê diparêzin
Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, bi nameyekê ji bo rakirina cezayê darvekirinê bang kirin. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş dibe – VII
52 rêxistinên jinan di bin sîwana Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin. -
Li Londonê jin wê çalakiya ‘Jin jiyan azadî / Zan zendegî azadî’ li dar bixin
Rêxistinên jinên Kurd û Îranê li Londonê wê bi şîara “Jin jiyan azadî” ji bo piştevaniya serhildana li Rojhilat û Îranê, roja 29’ê Çileyê çalakiyekê li dar bixin. -
Li Îranê du rojnamevanên jin hatin girtin
Li gel êrîş û gefên dewleta Îranê li dijî çalakvanan û rojnamevanan, duh li bajarê Tehranê du rojnamevanên jin hatin girtin. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû - VI
Di çarçoveya projeya Konfederalîzma Demokratîk de ku yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojava ye, ji bo herêmên rizgarkirî yên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê rêxistineke xurt a jinan a bi navê Civaka Jin a Zenobiya hate avakirin. -
Li nûçegihana JINNEWS’ê cezayê hucreye hat birîn
Hate hînbûn ku nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ji ber ku lêgerîna tazî red kir, 3 roj cezayê hucreye lê hatiye birîn. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû – V
Kongra Star ku projeya Konfederalîzma Demokratîk ji xwe re dike esas, têkoşîneke welê dimeşîne ku xwe digihîne jinên li tevahiya cîhanê. -
Li Colemêrgê mirina bi guman ya jinekê
Li gundê Gêman ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, jinek bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî li dar xist
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û got, "Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de ye, divê ciwanên Kurd serî hildin." -
Kongra Star: Berxwedana hêzên leşkerî bi serkeftinên mezin tacîdar bûn
Koordînasyona Kongra Starê salvegera dagirkirina Kantona Efrîn û êrîşên di 21’ê Çileyê yên li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi bîr xist û got, “Berxwedana hêzên leşkerî li dijî her cure êrîş, bi serkeftinên mezin tacîdar bûn.” -
YPJ: Em ê welatê xwe ji dagirkeran re nehêlin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Kantona Efrînê got, “Em hêzeke parastinê YA bi hêz û vîna gelê xwe ne. Heta bihustek axa me jî di bin dagirkeriyê de be, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” -
Têkoşîna jinê ya li Rojava geş bû – IV
Têkoşîna jinê ya li Rojava ku bi Yekîtiya Star geş bû, di 26'ê Sibata 2016'an de bi navê Kongra Star gihîşt asteke nû. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bûye – III
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 12 salan de her malek bû navendeke rêxistiniya jinê. Di heman demê de ji mêran re perwerdeya azadiya jinê hate dayin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî tecrîdê çalakiyên şewitandinê kirin
Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî tecrîda Îmraliyê wesayît û kargehên faşîstan şewitandin. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû – II
Rêxistiniya Jinê bi Yekîtiya Star re li tevahiya herêmê belav bû. Ne tenê jinên Kurd jinên ji hemû pêkhateyan tevlî bûn. -
Kongra Star qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir
Koordînasyona Kongra Star qetilkirina parlementera Efganî Mursel Nebîzade şermezar kir û ev peyam da jinên Efgan, “Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye.” -
KJK'ê qetilkirina Nebîzade şermezar kir
Koordînasyona KJK'ê qetilkirina parlamentera berê ya Efgan Mursel Nebîzade şermezar kir û bang li tevgerên jinan hemûyan kir ku piştgiriya hev bikin. -
Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû - I
Xelkê Rojava di 15'ê Çileya 2005'an de bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya jinê ya xweser ava kir. -
Xelef: Jin xwe li her qadê bi rêxistin dike
Berdevka Civaka Jinan a Zenobiya Sewsen Xelef diyar kir ku jinan li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her qadê xwe bi rêxistin kirin û destnîşan kir, ku jin wê sala 2023’an hîn bi hêztir bibin û têkoşîna xwe bidomînin. -
Parlementera berê ya Efganistanê Nebîzade hate qetilkirin
Parlementera berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. -
Encamnameya Kongreya 9'emîn a Kongra Star eşkere bû
Kongreya 9'emîn a Kongra Star doh hate lidarxistin û gelek biryarên nû hatin dayîn. Koordînasyona Kongra Star encamnameya kongreya xwe eşkere kir. -
Rihan Loqo: Di rojeke dîrokî de me kongreyeke dîrokî li dar xist
Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo derbarê kongreya wan a 9’emîn diyar kir wan tecrubeya têkoşînan bi şîara Jin, Jiyan û Azadî kirine yek û kongreyeke dîrokî li dar xistine. -
Meşa azadiyê ya jinê wê sala 2023'an bigihêje asta herî bilind
Di Kongreya 9'emîn a Kongra Star de hate destnîşankirin ku ji bo têkoşîna jinan pêvajoyeke nû destpê kiriye û ev têkoşîn wê sala 2023'an bigihêje asta herî bilind. -
'Bi ruhê jina azad em ê faşîzmê têk bibin'
Endamên rêxistinên jinan ên herêma Firatê diyar kirin, ku têkoşer Sakîne bi berxwedana xwe azadiya jinan misoger kir û got, “Ew ê têkoşîna me heta ku faşîzm têk diçe, dewam bike.”