KJK'ê qetilkirina Nebîzade şermezar kir

Koordînasyona KJK'ê qetilkirina parlamentera berê ya Efgan Mursel Nebîzade şermezar kir û bang li tevgerên jinan hemûyan kir ku piştgiriya hev bikin.

Li Efganistanê beriya ku Talîban di sala 2021'ê de desthilatdariyê bi dest bixîne, Mursel Nebîzade (32) yek ji wan jinan bû ku parlamenterî dikir. Nebîzade li mala xwe ya li Kabûlê di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Tevî Nebîzade parêzvanekî wê jiyana xwe ji dest da. Her wiha bira û parêzvanekî wê jî birîndar bûn. Nebîzade yek ji çend siyasetmedarên jin bû ku piştî Talîban bû desthilatdar, welat neterikand.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî qetilkirina Nebîzade daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê wiha ye:

"Hêzên kapîtalîst ji bo hegemonya xwe dewam bikin ji bo qadên nû yên berjewendî û mêtingeriyê ji bo xwe ava bikin ku mirov kare jê re bibêje kolonyalîzma sedsala 21'ê, her roj komkujî û qirkirinê li gel û jinan dikin. Rewşa li Kurdistan, Iraq, Fîlîstîn, Efganistan, Lîbya, Rojhilatê Ewropayê, Sûriye, Ûkranya û gelek welatên mîna van, vê rastiya mêtingeriyê ya li derveyî mirovahiyê ya sîstema kapîtalîst şênber dike.

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN

Li gelek welatên Rojhilata Navîn ku îro krîz û kaos lê kûr bûye, komkujiyên li jinan têne kirin gelekî zêde bûye. Li nava welatên Rojhilata Navîn ku kaos û krîz lê demdirêj e û herî zêde bandorê li jinan dike, bêguman Efganistan ya sereke ye. Li Efganistanê rastiyeke jinê heye ku hewl tê dayin di bin zextên rejîma Talîbanê de îradeya wê bê eciqandin. Tundiya li dijî jinê gihîştiye asta herî bilind. Li qadên perwerde, tenduristî, aborî, hiqûqî, siyaset, civakî û her qada jiyanê, her wiha li park û bexçeyan jî jin û mêr ji hev têne cudakirin; polîtîka û êrîşên zayendîperest têne meşandin ku dervehiştin û nixumandin li jinan têne ferzkirin. Ji bedena jinê destpê bike heta bi her tiştên bi rengê jinê weke sûc têne nîşandan. Gera bi tenê, siwarbûna li taksiyê hatiye qedexekirin, li jinan hatiye qedexekirin kuk biçin dibistana navîn, lîse û zanîngehê. Jin dema ku van kiryarên li dijî mirovahiyê şermezar dikin cezayê lêdanê li wan tê birîn. Argûmana ku vê kiryara li dijî mirovahiyê rewa dike jî gotina namûsê ye ku xwe ji paşverûtiya olî xwedî dike.

JINAN WEKE MIROVAN NABÎNIN

Rêxistinên Talîban, DAÎŞ û El Qaîdeyê ku ji aliyê hêzên kapîtalîst ve hatine avakirin, dijminatiyê li jinan dikin, li her devera herêma me jî bi polîtîkayên qirkirina jinê jiyanê li gel û jinan diherimînin. Li dijî qirkirina jinê, li dijî kolekirina jinê û sîstema mêr, li her devera cîhanê jin xwe bi rêxistin dikin û rexneyên radîkal li sîstema mêtingeriyê dikin. Di demeke wiha de ji ber tundiya ku hêzên dewletparêz bi rêk û pêk dikin, ji bi rastiyeke giran re rû bi rû ne. Li welatekî mîna Efganistanê hêzeke paşverû, zalim û dijminê jinan Talîban, li pêş çavên tevahiya cîhanê ji aliyê hêzên hegemon ve di sala 2021'ê de li ser desthilatdariyê hate bicihkirin. Ji hingî ve jin ji qada cemaweriyê hatin dûrxistin. Jin ji mirovan nayên dîtin, hebûna jinê tenê weke xizmeta ji bo mêr tê pênasekirin û ev rejîma dijminê mirovahiyê hîn jî jinan qetil dike.

QETILKIRINA NEBÎZADE PEYAMEK LI HEMBERÎ JINAN BÛ

Qetilkirina parlamentera berê Mursel Nebîzade ku tê îdîakirin ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin, encameke vê rejîma hovane ye. Rejîma Talîbanê her çend îdîa dike ku ne kiryarê vê cînayetê ye, em baş zanin ku kiryar kî ne û encama kîjan mejiyê tarî yê hovane ye. Kiryarên qetilkirina jinan eşkere ne. Sîstema bi serweriya mêr a faşîst, desthilatdarîperest û zayendîperest ku ji mirovahiyê, maf, hiqûq û nirxên gerdûnî sûd wernegirtiye, sedem û sûcdarê van kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li dijî jinê ne. Piştî ku Talîban li ser desthilatdariyê hate bicihkirin, Nebîzade yek ji hejmareke kêm a siyasetmedarên jin bû ku welat neterikand. Qetilkirina Nebîzade peyamek li hemberî jinan e.

TIRSA JI RASTIYA JINÊ

Sekna têkoşînê ya jinên Kurd, Fars û Efgan ku mînaka şênber a rabûna li ber her cûre hêz, otorîte û rejîmê ye, desthilatdariya wan dihejîne. Sîstema bi serweriya mêr a ku bi çavekî dijminane li têkoşîna jinê dinihêre, jê heye ku bi krîmînalîzekirina têkoşîna jinê kare jinan ji têkoşînê vegire. Sîstema mêr ku ditirse bi têkoşîna jinê wê desthilatdarî ji dest biçe, li her devera cîhanê jinan dike hedef. Îro di hedefa rejîman hemûyan de têkoşîna jinê heye. Ji jin a bi hêz ditirsin ku gotina xwe dibêje, xwe bi rêxistin dike û çalakiyan dike. Sedema tundî û zexta giran a li ser ked, beden û jiyana jinê tê ferzkirin ev e. Betalkirina destketiyên jinan, qedexeya kurtajê, her cûre tundiya li dijî jinê nîşaneya tirsa ji rastiya jinê ya xwedî îrade ye.

TÊKOŞÎNA BERFIREH A XWE DISPÊRE XWEPARASTINÊ

Li dijî rastiya jinê ku di sedsala 21'ê de rastiya civak û jiyanê ya wekhev bi hêvî kelecanê afirand, sîstema mêr a serwer bi hemû hêza xwe ya desthilatdariyê êrîş dike. Ji bo karibe têkoşîna jinê ji cewhera wê dûr bixîne, radîkalîzmê lawaz bike, jinê bikişîne nava sîstema dewlet mêr, xefikên lîberalîzmê datîne. Bi qasî xefikên lîberal ên ji bo berevajîkirina têkoşîna jinê, her wiha zext, qedexe û êrîşên nijadperest ên hêzên cîhadîst û desthilatdariyên muxafazakar di cewherê de mîna hev in. Êrîşên muxafazakar û lîberal ên di asta navneteweyî de desthialtdariya zayendîperestiyê bi rêk û pêk xwedî dikin, ji bo tevgerên jinan rîskên îdeolojîk ên cidî ne. Ji ber vê yekê li dijî tundiya serweriya mêr a ku bi rêk û pêk bûye, em neçar in ku têkoşînê hîn bêhtir bi hişmendiya xweparastinê bi rêxistin bikin û li her qadê berfireh û bi bandor bikin. Li her qada jiyanê, li dijî vê sîstema mêtinger ku berpirsyarê mêtingerî, bêedaletî, mirin, destavêtin, destdirêjî, êşkence û xizaniyê ye, hêrsa me roj bi roj mezin dibe. Têkoşîn û berxwedana jinê wê van kiryarên li dijî mirovahiyê rawestîne.

PIŞTGIRIYA BI JINÊN EFGANISTANÊ RE

Li ser vê bingehê li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li ser jinên Efganistanê têne ferzkirin, em bang li jinan hemûyan dikin ku piştgiriya bi jinên Efgan re xurt bikin. Li dijî kiryarên sîstemê ku jinan ji hev cihê dike, dike dijberê hev û polîtîkayên qirêj ferz dike, divê bi aqil, wijdan û rêxistiniya jinê, em li ber van hêzên dijminê azadiyê, dijminê jiyana jinê rabin.

Salên dûr û dirêj jinên Efgan li hemberî van kiryarên paşverû bi rê û rêbazên cuda li ber xwe dan, hîn jî li ber xwe didin. Rêxistinên jinê yên Efgan, aktîvîstên jin, komên piştevaniyê dibêjin 'Em ê ti carî dest jê bernedin', 'Her mal wê bibe qadeke xwepêşandanê', 'Jinên Efgan ji bîr nekin' û bi rêbazên cuda berxwedêriya xwe ya mezin a li dijî rejîma Talîbanê nîşan dan. Xwişkên me yên Efganistanê ku li ber zilm û zayendîperestiyê radibin, em vê têkoşîna wan a esîl silav dikin û bi vê wesîleyê bang li tevgerên jinan ên li tevahiya cîhanê dikin ku bi xwişkên me yên Efganistanê re bibin yek, têkoşîna hevpar li her derê mezin bikin, li hemberî polîtîkayên qirêj ên dewletan ku Talîbanê rewa dike, helwestê nîşan bidin. Ji ber ku tundiya mêr hevpar e. Bêdengiya li hemberî van polîtîkayên pragmatîst, durû û qirêj ên dewletan tê wateya hevkariya li sûcên dewletan. Lewma yekbûna me, têkoşîna hevpar wê teqez azadiya jinê misoger bikin.

EM BI JINÊN JI EFGANISTANÊ RE NE

Weke jinên Kurd em doh jî îro jî bi xwişkên xwe yên Efganistanî re ne. Em timî bi têkoşîna azadiyê ya xwişkên xwe yên Efganistanî re bûn. Me timî ji têkoşîna jinên Efganistanê hêz wergirt û jê werdigirin. Em dixwazin hûn zanibin ku em ê jiyan, azadî û wekheviyê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' li her derê mezin bikin û em bi we re ne. Têkoşîna hevpar a azadiyê ya jinan wê mirovahiyê rizgar bike. Lewma têkoşîn û berxwedana jinên Efganistanî wê teqez azadiyê misoger bike."