Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş dibe – VII

52 rêxistinên jinan di bin sîwana Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin.

Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi esasê sê karên bingehîn di 14'ê Hezîrana 2019'an ava bû. 52 tevgerên jinan ên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Keldan, Tirkmen û Çerkez di bin sîwana vê meclîsê de cih girtin. Meclîs ji bo paşeroja Sûriyeyê pêşnûme qanûnekê ava dike.

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên bersiv da pirsên ANF'ê.

Jiyan Hisên anî ziman ku rêxistiniya jinê piştî Yekîtiya Star û Kongra Star, ku 12 salan bi vî rengî kar kir, li gelek qadan şoreşa jinê pêk anî, di mijarên leşkerî, dîplomasî, çandî, aborî de bi roleke girîng rabû û got, "Hingî meclîsek tune bû ku jin li qadeke bi vî rengî ya hevpar li hev kom bibin. Her partî, saziya civakî ya sivîl, partiyên siyasî û netewe, di nava xwe de kar dikirin. Bi taybetî piştî ku Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbic ji dagirkeriyê hatin rizgarkirin, pêwîstî bi meclîseke hevpar hebû. Jin û tevgerên jinan ên li herêmê bi pêşengiya Kongra Star di salal 2019'an de ketin nava liv û tevgerê û gaveke mezin avêtin. Bi avakirina komîteyeke amadekariyê, serdana partiyên siyasî, rêxistinên civakî û saziyên serbixwe yên li herêmê hate kirin. Armanc ji van serdanan ew bû ku di karên jinan hemûyan de meclîsên jinan bêne avakirin û ev yek jî di binê sîwanekê de bê komkirin. Li her deverên ku serdana wan hate kirin proje bi erênî hate pêşwazîkirin."

Jiyan Hisên anî ziman ku Kongreya Damezrandinê ya Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 14'ê Hezîrana 2019'an de li bajarê Amûdê pêk hat û wiha dewam kir: "Komîteya Amadekar pêşnûmeya rêziknameya meclîsê amade kir û pêşkêşî kongreyê kir, li kongreyê jî hate qebûlkirin. Di 11'ê Hezîrana 2021'ê de kongreya yekemîn hate lidarxistin. Meclîsên jinan ên li nava 24 partiyên siyasî, 18 rêxistinên civakî jî di nav de 52 tevger û rêxistinên jinan ên ji gelên Keldanî, Suryanî, Çerkes, Ermen û Tirkmen di nava Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin.

Ji her rêxistinê 2 nûner di nava meclîsê de hene. Civaka Jinê ya Zenobiya beriya ku ava bibe, li herêmên rizgarkirî nûnertî hebûn. Ji her herêmê sê nûner hebûn. Di nava saziyên Rêveberiya Xweser de nûnerên jinan û nûnerên rêxistinên ciwanan ên jinan cih digirin. Her wiha hin ji jinên serbixwe jî di nava meclîsê de hene."

Jiyan Hisên anî ziman ku meclîs dema ava bû 2 komîteyan dest bi karên bingehîn kirin û got, "Ye ji wan Komîteya Qanûnên Jinê, ya din jî Komîteya Destûra Bingehîn bû. Piştre jî Platforma Çalakiyê ya Rêxistinên Jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin."

Jiyan Hisên ragihand ku bi rêxistiniya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew dixwazin xwe bigihînin jinên li Sûriye, Rojhilata Navîn û çar aliyên cîhanê û got, "Ji ber sedemên cuda çûn û hatina li herêmê çênebû. Lewma me jî li ser online hin forûm lidar xistin. Em hewl didin ku destketî û tecrûbeyên bi şoreşê hatine bidestxistin li tevahiya cîhanê belav bikin. Jinên ji Rojhilata Navîn ên tevlî van forûman dibin, nêrîn û sûda ku ji vê şoreşê wergirtine, tînin ziman."

Jiyan Hisên diyar kir ku êrîşên li ser herêmê û ambargo bandoreke neyînî li karên meclîsê dikin û got, "Ev nebûya karên me wê xurtir bibûya. Em nîqaşa rê û rêbazên wê yekê dikin ku van kêmasiyan dema bê ji holê rakin. Em hêvîdarin ku bi kongreya xwe ya ku du salan carekê lidar dixin van kêmasiyan bi lez ji holê rakin."