Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû – II

Rêxistiniya Jinê bi Yekîtiya Star re li tevahiya herêmê belav bû. Ne tenê jinên Kurd jinên ji hemû pêkhateyan tevlî bûn.

Piştî paradîgmaya jin a azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û karên Tevgera Azadiya Jinê ya Azad a Kurdistanê yên li Rojava, herêmê biryar da ku êdî rêxistiniya xwe ya xweser pêk bîne. Jin, dayik ên li herêmê û kesên xwedî tecrûbe yên li nava têkoşîna azadiyê ya jinê, dest bi nîqaşkirina rê û rêbazên rêxistiniyê kirin. Di encama van nîqaşan de 15'ê Çileya 2005'an têkoşîna jinê ya Rojava bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya xwe dewam kir.

Ji damezrînerên Yekîtiya Star Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed, Endama Daîreya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Giştî ya PYD'ê Arîfe Bekir, Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê Felek Yûsif û Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl qala pêvajo û karên damezrandinê kirin.

JI ALIYÊ KOMEK JI ŞOREŞGERAN Û DAYIKAN VE HATE AVAKIRIN

Remziye Mihemed got, "Yekîtiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de ji aliyê komek ji şoreşger, têkoşer û dayikan ve hate damezrandin. Yên ku li Rojava têkoşîna jinê dimeşandin, hîmê bingehîn ê vê rêxistiniyê danîn. Di karên rêxistiniya jinê de ku me bi rengekî veşartî destpê kirin, bi salên dûr û dirêj re me karîbû hem li Rojavayê Kurdistanê hem jî ji bo şoreşa jinê hîmekî xurt ava bikin. Bingeha esasî ya Yekîtiya Star, Têkoşîna Azadiya Jinê ya Kurdistanê ye. Yên ku li çiyê têdikoşin ji bo rêxistiniya li vê derê mînak bûn."

BERIYA YEKÎTIYA STAR JÎ HEBÛ

Arîfe Bekir anî ziman ku di salên 1980'î de wan li Efrînê dest bi kar kirin û got, "Em wan rojan dikarin weke rojên zehmet û bedew pênase bikin. Em bi eşq, bi daxwazeke mezin dixebitîn. Têkildarî mijarên; pirsgirêka Kurd çi ye, em ji ku hatine, çima gelekî bindest in, lêgerînên me hebûn. Li ser vê bingehê me tevî xelkê Efrînê karekî hevpar meşandin. Ev rêxistiniya jinê beriya Yekîtiya Star jî hebû. Me perwerde û rêxistiniya xwe pêk dianîn. Dilsoziya me û azadiya me dikir ku em ji bo Kurdistanê bi xwestekek mezin bixebitin.

EFRÎN JI BO RÊXISTINIYÊ GIRÎNG BÛ

Li Efrînê ku weke bajarekî jinê dihate naskirin, bandora kar gelekî zêde bû. Jinan piştî ku dîtin li wir bi têrkerî xurt û bi rêxistin nînin, dest bi karekî berfireh kirin. Me timî digot ku divê jin û mêr wekhev be û me didan pey mafê xwe.

NE ZEXT, NE JÎ ÊŞKENCEYÊ KARÎ ASTENG BIKE

Beriya Yekîtiya Star ava bibe em weke milîs dixebitîn. Karê me birêxistinkirina civakê û jinan bû. Me karê xwe veşartî dimeşand. Tevî zext û zordariyê jî em dixebitîn. Sala 2008'an ji aliyê dewletê ve hatim girtin. Li zindanê gelek zehmetî û êşkence kirin. Tevî vê yekê jî me biryara xwe neguhert û ji bo azadiya xwe kar kir. Di vê çarçoveyê de me navber nedan kar. Tevî komek ji jinan me destpê kir û gihîştin vê astê. Destpêkê tenê jinên Kurd hebûn. Em îro dibînin ku jinên Ereb, Suryanî jî tevlî vê rêxistinê bûne."

BÛ DERIYÊ HÊVÎ Û RONAHIYÊ

Felek Yûsif ku ji herêma Kobanê tevlî karên damezrandinê bû bi vî rengî qala pêvajoya destpê kir, "Sala 1993'an piştî ku zewicîm, min têkoşîna jinê nas kir. Hem bandora wê li ser jinê hem jî li ser civakê min dît. Ji bo me deriyê hêvî û ronahiyê bû. Beriya ku Yekîtiya Star ava bibe jî me jinan li vir kar dikir. Ji ber rejîma Baas bi sazî nebû. Weke milîs em dixebitîn. Me serdana malan dikir, pirsgirêkên malbatî çareser dikir. Bi jinan re timî di nava têkiliyê de bûn. Bi veşartî perwerde dihate dayin. Dema me kar dikir gelek astengî derdikevin pêşiya me. Hem zextên dewletê hem jî adetên eşîrtiyê kar zehmet dikirin.

JINAN DEWLET Û EŞÎRETÎ JI BER XWE RAKIRIN

Li her derê kar hebûn û bi veşartî dihatin meşandin. Bi taybetî li Eyn Îsayê ku piraniya şêniyên xwe Ereb e, malbatên Kurd ên kar dikirin li pêş çavan bûn. Eşkere bûn, lewma xwe vedişartin. Yên ku kar dikirin piştgirî didan hev, hev vedişartin lê belê li herêmên din îxbar li yên dixebitîn dihate kirin û hêzên dewletê diavêtin ser malên wan. Li Kobanê zor û zehmetiya herî mezin a karkirinê, avêtina zindanê bû. Di adetên li Kobanê de girtina jinan, zindanîkirina wan weke rewşeke gelekî berevajî dihate pêşwazîkirin. Dewletê baş bi vê zanî bû. Lewma nikarîbû zêde dest li jinan werda. Hêzên dewletê ku dîtin êdî jin gav bi gav bi pêş ve diçin, zext giran kirin. Jinan rêxistiniya xwe xurt kirin û kevneşopiya teng a eşîrtiyê ji ber xwe rakirin."

BERHEMA RÊBERTÎ Û TEVGERA AZADIYÊ BÛ

Şaha Xelîl di navbera salên 1986-1987'an de bênavber têkoşiya. Şaha Xelîl got, "Di têkoşîna xwe de li dijî mejiyê baviksalar em xeta azadiya jinê ji xwe re dikin esas. Ji ber vî mejî em ji mafên xwe hemûyan bêpar hatin hiştin. Heta niha em li dijî vê têdikoşin. Ev yek berhemeke Tevgera Azadiyê û felsefeya Rêber Apo ye. Bi pêngava Rêber Apo re jin ji bo kesayetiya xwe ketin nava lêgerînê. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê herî girîng û pêwîst bi saya têkoşerên Tevgera Azadiyê hate kirin. Di salên 1980, 1990 û piştî wê de têkoşerên jin ên Tevgera Azadiyê li tevahiya Sûriyeyê kar dikirin. Ji bo jinan rêxistinî gaveke nû bû. Ji bo me pêvajoyeke zehmet bû. Hem ji ber mejiyê rejîma Baasê hem jî mejiyê bavik salar û zexta kevneşopiyê, civak di nava şoqê de bû. Jin yekemcar tevlî karên siyasî û leşkerî dibûn. Bi saya milîtanên Tevgera Azasdiyê ji bo rêxistiniya jinê û têkoşîna azadiya jinê xurtir bikin, em tevlî nava tevgera jinê bûn.

XEBAT JI HERÊMÊN KURDAN DERBAS BÛ

Kar dibe ku berê bi giranî li herêmên Kurdan bû. Yekîtiya Star ji bo hemû pêkhateyan kom bike kar kir. Êdî li Rojava û tevahiya Sûriyeyê kar hate meşandin. Gava ku Yekîtiya Star ava bû, hingî hejmara me kêm bû. Bi rêya Dayika Esma, Hevala Remziye, Dayika Hogir, Hevala Hanîfe me li herêma Cizîrê kar dikir. Di komîteyên perwerde, aborî, edalet, parastinê de em dixebitîn. Me ev kar bi hev re dimeşand. Hem serdana malbatan dikir, hem jî tevlî kar dibûn. Karên giştî bi vî rengî di bin sîwana Yekîtiya Star de hatin meşandin. Zexta rejîma Baas giran bû. Dayika Esma, Dayika Hogir û hevalên mîna wan hatin zindanîkirin. Bi hêsanî nebû. Hem mejiyê desthilatdariyê hem jî adetên civakê zor didan. Tevî vê yekê jî weke YJA Star em di karê xwe de bi israr û di têkoşînê de bi biryar bûn. Bi vê biryardariyê me xwe gihand vê astê."