Li nûçegihana JINNEWS’ê cezayê hucreye hat birîn

Hate hînbûn ku nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren ji ber ku lêgerîna tazî red kir, 3 roj cezayê hucreye lê hatiye birîn.

Hate hînbûn ku ji nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye 3 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Ren a ku di 25'ê Cotmeha 2022'yan de bi hinceta cezayê wê yê dawî heye hat girtin, ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye, cezayê hucreye lê hatiye birîn.

Ren di dema hatibû girtin de, ji ber lêgerîna tazî red kir ji aliyê 5 gardiyanan ve hatibû derbkirin. Hate hînbûn ku Ren a ku lêgerîna tazî qebûl nekir, di çarçoveya lêpirsîna dîsîplînê de 3 roj cezayê hucreyê lê hat birîn.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat hînbûn ku qawîşa ku Ren û girtiyên din ên jin lê dimînin, ji aliyê gardiyanan ve timî hatiye serdegirtin û tiştên girtiyan ên şexsî hatine desteserkirin.