Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê: Em mafê jiyanê diparêzin

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, bi nameyekê ji bo rakirina cezayê darvekirinê bang kirin.

Dewleta Îranê bi destgîrkirin, girtin, tepisandin û bi cezayên darvekirinê nerazîbûna xwe ya li hemberî etnîk, ziman û çandên cuda yên li welêt nîşan dide. 31 girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Evînê de nameyek nivîsandin û daxwaz kirin ku cezayên darvekirinê bi dawî bibin û cezayên bêdaraz ên ku weke polîtîkaya tepisandinê li dijî komên etnîkî, ol, bawerî û neteweyên cuda û bi taybetî jî aktîvîstên li Îranê tên bikaranîn, bên bidawîkirin.

31 jinên aktivîst û girtiyên siyasî yên ji ol, bawerî û nêrînên siyasî yên cuda di nameyên xwe yên hevpar de wiha gotin: "Em hemû bi 124 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Gelek neheqî li me hate kirin. Na ji mirinê re, em mafê jiyanê diparêzin. Jiyana mirovan hêja ye."