Encamnameya Kongreya 9'emîn a Kongra Star eşkere bû

Kongreya 9'emîn a Kongra Star doh hate lidarxistin û gelek biryarên nû hatin dayîn. Koordînasyona Kongra Star encamnameya kongreya xwe eşkere kir.

Koordînasyona Kongra Star encamnameya kongreya 9'emîn a Kongra Star weşand. Di encamnameyê de wiha tê gotin:

“9’mîn Civata Giştî ya Kongra Star di 15’ê Çileya 2023’an de bi dirûşma ‘Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinan Em ê Serhildana Jin Jiyan Azadî Bi Ser Bixin’ bi tevlêbuna 1000 delegeyan hate lidarxistin. Kongreya me di şexsê Şehîd Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Jiyan Tolhildan, Dilar Haleb, Zeyneb Sarûxan, Nagîhan Akarsel, Diya Hogir û Çîçek Harûnî de hemû pakrewanên nemir ên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn û soza xwe ya pêkanîna xeyal û hêviyên wan dubare kir. Civata me ya giştî hemû şervanên YJA-Star û HPG’ê ku di nav berxwedana dîrokî ya Zap, Metîna û Avaşînê de gihaştin şehadetê, bi rêz û minet bi bîr anî û gerîlayên modernîteya demokratîk ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê qirkirinê têk bir, silav kir. Dîsa têkoşîna xweparastina jinan bi pêşengiya YPJ û HPC-Jin hate silavkirin û biryara xurtkirina hêza parastina cewherî hate dayîn.

9’mîn civata me ya giştî di pêvajoyekê de ku li dor formula efsûnî ya Jin Jiyan Azadî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel ên bi pêşengiya jinan bi pêş dikevin, kom bû. Kongra Star di kesayeta Jîna Emînî de tevahî jin û xortên leheng ên di hemleya berxwedana nû û azadbûnê ya şoreşa jinan de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û kongreya xwe ya 9’mîn diyarî wan û berxwedêrên gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir.   

Rêxistinên jinan ji Îran, Efganistan, Rojavayê Sehrayê, Lubnan, Ewropa û Amerîkaya Latîn bi peyamên xwe yên bidîmen kongreya me silav kir û serkeftin xwestin. Civata me ya giştî jî li ser asta têkoşîna jinên cîhanê nirxandinên dorfireh kir, biryarên nû ji bo avakirina têkilî û tifaqên demokratîk bi rêxistinên jinan re girt û berxwedana jinên cîhanê silav kir.

Mîmarê formula Jin Jiyan Azadî, Rêber Apo, ev 22 meh e di bin tecrîdeke mutleq de tê dîlgirtin. Di şexsê sekna CPT’yê de carek din derket holê ku sîstema tecrît û îşkenceyê ya Îmraliyê wek qadeke derve qanûn hatiye avakirin. Rêber Apo li hemberî vê rastî di nav berxwedaneke dîrokî û bêmînak de ye. Kongreya me berxwedana rêber Apo li dijî hemû hêzên modernîteya kapîtalîst bi rêz silav kir û xwe gihand biryardariyê hamleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bigihêje asteke ku sîstema Îmraliyê parçe bike û azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bike.

Civata me ya giştî ya ku di 18’mîn salvegera damezirandina Kongra Star hate lidarxistin, li ser bingeha konferans û civînên salane ya hemû kanton û rehendan biryarên girîng ji bo mezin kirina hêza rêxistinbûna jinê girt. Biryar û plansaziyên hemû konferansên kanton û rehandin ji aliyê kongreya me hatin erêkirin. Dîsa plansaziyeke taybet hate derxistin. Bi şiyara ‘Divê tu jin bêrêxistinî nemînin’ him li Rojava û di asta Sûriyê him jî li derve bi hemleyeke birêxistinkirinê di rastiya şoreşa jinan de wê pêşkinîneke nû bê avakirin. Bi armancê xurtkirina aheng û sazûmana di nav karên Kongra Star koordînasyoneke nû ku ji 7 kes pêk tê, hate hilbijartin.

Kongra me pêşketinên di herêmê me, Rojhilata Navîn û cîhanê de bi berfirehî bi dest girt û tespîtên girîng kir. Girêdayî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn em bi pevçûnên pir alî re rû bi rû dimînin ku bi qasî xeteriyên mezin, derfet û mecalên dîrokî jî bi xwe tînin. Ya berê guhertinê diyar dike têkoşîna di navbera hêzên modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst e. Kombûna me bal kişand li ser girîngiya vê rewşê ji bo pêşxistina têkoşîna azadiya jinê û pêkanîna şoreşa jinê ya ku di çarçoveya heqîqeta Jin Jiyan Azadî de gerdûnî bû. Lêgerîna azadiya jinê di asta cîhanê de bi vê heqîqetê mohra xwe lê da û ev jî hêza belavbûna paradîgma û fikrên Rêber Apo îspat kiriye. Civata me li ser erk û pêwistiya hin bêhtir parve kirina encamên pratîk û teorîk ên şoreşa jin a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkê Rojhilata Navîn, bi jinên berxwedêr ên cîhanê biryarên nû girtin.

Kongreya me li ser êrişên curbicur ên ku li dijî şoreşa me û sîstema me ya demokratîk nirxandinên dorfireh kir. Bi taybet jî girêdayî êrişên qirker a dewleta Tirk a faşîst, rewşa jin û civak di herêmên bin dagirkeriyê, polîtîkayên hêzên dewlet ên herêmê û navnetewî û li hemberî wan êrişan asta me ya têkoşînê hate bidest girtin. Kombûna me diyar kir ku encax bi bilind kirina rêxistinbûyîna jinê û hemû civakê li ser esasên şerê gelê şoreşgerî rawestandina êrişên sîstema qirker gengaz dibe. Kongreya me rol û mîsyona pêşengtiya jinê di tanzîm kirina civakê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî tesdîq kir. Dîsa ji bo xurtkirina têkoşînê li dijî stratejiya bêaxkirin û bêwelatkirinê û polîtîkaya guhertina demografîk biryarên girîng hatin girtin.

Mijareke din a Kongreya me balkişand ser ev bû ku sîstema dewlet-zilamê serdest di nav hamleyeke dij-şoreşa jinê de ye. Îdeolojiya cînsiyetperest li hemberî qezencên me jinan ketiye nav êrişeke rêxistinî. Weke Tevgera Jin divê têkoşîna me him şîdeta dewletê him jî hişmendiya zilamê serdest ê di nav civakê bike hedef. Kongra me di derbarê têkoşîneke radîkal li ser konsepteke stratejîk a nû li dijî hemû cûrên tundî û zayendperestî xwe gihand biryardariyê. Di heman demê de tespîtên girîng di derbarê êrişên îdeolojîk a sîstema modernîteya kapîtalîst bi riya lîberalîzme û polîtîkayên taybet ên li ser jinên ciwan hatin kirin.

Di berdewama nîqaşên Kongreyê de zelalî hat destnîşankirin ku sîstema qirker xetereyeke pir mezin ji bo hemû beşên Kurdistanê û destkeftiyên hemû Kurdan bi xwe re tîne. Ji bo parastina destkeftiyên hene û mîsoger kirina statuyeke demokratîk ji bo gelê Kurd pêşxistina siyaseteke neteweyî acîl pêwîst e. Di vê çarçovê de Kongra Star erkê xwe ji bo avakirina yekitiya netewî ya demokratîk carek din teyît kir û bang li jinên Kurd li parçeyên din û li derveyî welat kir ji bo pêşxistina helwesteke xurt li hemberî êrişên dagirker û xetê hevkar. Kongra me di vê çarçovê de banga kombûna 3’mîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd kir.

Sedsala 21’an ku sedsala azadiya jin e, di vê sedsalê de jinan; di pêşengiya jinên Kurdistanê de û bi formula azadiyê ya Jin, Jiyan, Azadî careke din îspat kirin ku, ji bo giştî têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya li cîhanê, ew pêşeng in û wê bibin pêşeng. Mîmarê vê pêşengiyê Rêber Apo yê ku bi berxwedana bêhempa ya li hemberî sîstema teslîmgirtin û tecrîta giran raber dike, ne tenê gelê Kurd, ji bo tevahî hêzên modernîteya demokratîk, rihê têkoşîna azadiyê, ra û mêjiyê wê yê sereke ye. Tecrîda li ser Rêber Apo, operasyonên dagirkirinê yên li ser qadên gerîla, êrişên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û amadekariyên dagirkeriyê yên nû, êrişên qirker li dijî pêşengên jin hemû di nav bergeha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de pêş dikevin. Ji ber ku ev êriş hemû bi hevdû re di nav pêwendî de ne pir pêwist e têkoşîneke biralî, sîstematîk, rêxistî û têkûz hemberî sîstema qirker bê pêşxistin. Wek Kongra Star me di Civata Giştî ya 9’mîn de careke din rol û mîsyona xwe ya dîrokî ya pêşengî rastandin. Bi biryardariyê mezin me bernameya xwe ya têkoşînê nû û erkên demê diyar kir. Li ser vê esasî em di 18’mîn salvegera damezrandina rêxistina xwe de startê pêvajoyeke nû ya têkoşînê û birêxistinbûyinê di asta hamleyeke îlan dikin. Di çarçoveya mîsogerkirina şoreşa jinê û azadkirina jiyanê bi pêşengiya hêza birêxistî ya jinan Kongra Star wê erkên xwe yên demê teqez pêk bîne.

Jin Jiyan Azadî! Serkeftin ya me ye!”