Li Londonê jin wê çalakiya ‘Jin jiyan azadî / Zan zendegî azadî’ li dar bixin

Rêxistinên jinên Kurd û Îranê li Londonê wê bi şîara “Jin jiyan azadî” ji bo piştevaniya serhildana li Rojhilat û Îranê, roja 29’ê Çileyê çalakiyekê li dar bixin.

Li paytexta Îngilistan Londonê Rêxistina Zerduşt a Cîhanê, Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Piştevaniya Navneteweyî ya bi Tevgera Azadiya Jinên Îranê, wê bi şîara “Jin jiyan azadî / Zan zengî azadî” ji bo piştevaniya bi berxwedana ku bi pêşengiya jinê li Rojhilat û Îranê destpê kirî û ji bo di derbarê berxwedanê de biaxivin, çalakiyekê organîze dikin.

Di çarçoveya çalakiyê ku wê 29’ê Çileyê bê lidarxistin de, saet 14.00’an li The Marlebone Theatre, 35 Park RD û London NW1 6XT’ê hunermend Tara Jaff, Sûna Alan, Fra Rûstomjî û Farî Bradley derbikevin ser dikê.

Maryam Namazîe (Aktîvîsta mafên mirovan), Rahîla Gûpta (Nivîskar û aktîvîst), Dîanna Nammî (Damezrêner û rêvebera Rêxistina Mafên Jinên Kurd û Îranê), Zerbanoo Gîfford (Serokê Rêxistina Zerduşt a Cîhanê), Roûhî Shafîî (Civaknas, nivîskar, wergervan, aktîvîsta mafên mirovan û jinan, Seroka Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî Şîdet û Nivîskarên di Sirgûnê de (ICAVI)), Sara Kermanîan (Akademîsyen, Zanîngeha Sûssex), Shîva Mahbobî Berdevka Kampanyaya Azadkirina Girtiyên Siyasî yên li Îranê (CFPPI)), Nasrîn Parvaz (Nivîskar, aktîvîst û wênevan), endamên Nivîskarên di Sirgûnê de Danîelle Maîsano, Şirîn Razavîan, Denîsse Vargas Bolanos û Aydin Mehmek Alî wê weke axaftvan tevlî merasîmê bibin.

Di çarçoveya çalakiyê de, wê pêşangeha wêneyan a Nasrîn Parvaz ku nivîskar, aktîvîst, wênevan û girtiyek polîtîk ê berê yê Îranê ye, jî bê pêşandan.

Di daxuyaniya ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve hat dayîn de, hat gotin ku hemû jin divê tevlî çalakiyê bibin û hat destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn bi şoreşa ku bi pêşengiya jinên Kurd dewam dike, civakek azad tê avakirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Serhildana ku 16’ê Îlona 2022’an bi qetilkirina Jîna Emînî despê kir, serhildana mirovahiya pêşverû ya li dijî desthilatdariya despotîk, paşverû û mêr e.”

Hûn dikarin bîletên çalakiyê ji navnîşana https://www.marylebonetheatre.com/workshops-classes/talks-music-art- bistînin.