Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bûye – III

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 12 salan de her malek bû navendeke rêxistiniya jinê. Di heman demê de ji mêran re perwerdeya azadiya jinê hate dayin.

Yekîtiya Star di nava 12 salan de ji perwerdeyê heta bi edaletê, ji aboriyê heta bi kooperatîfan li herêmê mohra xwe danî gelek karên serketî.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed û Endama Daîreya Têkiliyên Derve y a Meclîsa Giştî ya PYD'ê Arîfe Bekîr qala rêxistiniya 12 salan kirin.

KONGREYÊN NÛ TÊNE LIDARXISTIN

Remziye Mihemed anî ziman ku di nava zehmetiyên giran û zexta rejîma Baasê de bi rengekî veşartî kar kirin, rêxistiniya xwe mezin kirin û got, "Kongre her du salan carekê tê lidarxistin. Kongreya 2'yemîn li gundê Enizê yê Qamişloyê pêk hat. Piştre jî li Helebê hate lidarxistin. Me kongreya 3'yemîn li Efrînê pêk anîn. Ji bo afirandina hêz, rêxistinî hebûn û îradeya jinê, perwede, civîn û çalakî girîng bûn. Ji bo rêxistinên jinan hemûyan û pêkhateyên gelan em bûn mînak. Me nîşanî her kesî dan kuk rêxistiniya xwe ya xweser dikarin bikin."

HER KU MEZIN BÛ, BÊHTIR BÛ HEDEF

Remziye Mihemed destnîşan kir ku yên di têkoşîna Şoreşa Rojava de bi erka pêşengiyê radibin, timî dibin hedef û got, "Di nava vê şoreşê de me hebûna jinê ava kir. Êrîş û komployên li hemberî me zêde dibin. Êrîşî hevalên me, rêveberiya me dikin. Dixwazin îradeya jinê lawaz bikin. Lê em dibînin ku li her qada jiyanê têkoşîn û rêxistiniya jinê mezin dibe. Jinên Kurd bi rêxistinî û hebûna xwe di nava şoreşê de bi roleke mezin rabûn. Cihê xwe di nava hemû meclîs û komîteyan de girt û bi roleke mezin rabû. Me bi hezaran şehîd dan. Koordînasyona me ya Herêma Firatê bû hedef. Ev hemû nîşan didin ku têkoşîna me çiqasî encamê bi xwe re tîne û mejiyên desthilatdar jî çiqasî jê aciz dibin."

RÊXISTINIYÊ RÊ LI BER SERKETINÊ VEKIR

Remziye Mihemed destnîşan kir ku ev rewş di êrîşên DAÎŞ'ê de baştir xuya bû û destnîşan kir ku li gel êrîşan jî wan rêxistiniya xwe mezin kirin û dewam kirin. Remziye Mihemed got, "Dema ku li ser bajarên Kurdan êrîş hatin kirin, hate dîtn ku jinên Kurd li hemberî van êrîşan û hovîtiya DAÎŞ'ê xwe çawa bi rêxistin kirin û bi çi rengî bersiv dan êrîşan. Jinên ji pêkhateyên gelên li herêmê hemûyan sûd ji vê yekê wergirtin û rêxistiniya xwe ya xweser ava kirin. Tevlî hemû meclîs, komîte û saziyan bûn. Bi sîstema hevserokatiyê me li herêmê roleke mezin bi cih anîn. Jinan dîtin ku dema bi rêxistin û perwerde bin dikarin li ber her cûre êrîş û hovîtiyê rabin û karên xwe bi ser bixînin."

SAZIYÊN JINÊ HATIN VEKIRIN

Arîfe Bekîr jî anî ziman ku bi biryara jin a azad, civak a azad û wekheviyê wan karên xwe mezin kirin û got, "Di Kongreya 2'yemîn a Yekîtiya Star de me biryar dan ku êdî ne tenê jinên Kurd her wiha jinên ji hemû pêkhateyên gelên li herêmê tevlî kar û rêxistiniya xwe bikin. Bi esasên jin a azad, civak a azad û wekheviyê, em gihîştin wê encamê ku jin li ku dibe bila bibe divê ji bo azadiya xwe têbikoşe. Li ser azadiya jin û civakê me gelek biryar standin."

Arîfe Bekîr diayr kir ku wan ev pêvajoya pêşketinê gelekî bi veşartî gihandine vê astê û got, "Kongreya 3'yemîn sala 2009'an li Kefer Sixîrê pêk hat. Di vê kongreyê de gelek biryar hatin standin. Ev pêvajoya ku destpêkê gelekî zehmet bû piştre hêsan bû. Wê demê sazî tune bûn. Kar li malan dihate kirin. Dema ku me civîn lidar dixist, me veşartî dikir. Pêvajoyeke gelekî zehmet bû. Ji bo karên rêxistiniyê yên li malan dihate kirin, niha li her qada şoreşê bi dehan saziyên jinan dewam dike."