Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû - VI

Di çarçoveya projeya Konfederalîzma Demokratîk de ku yek ji destkeftiyên herî mezin ên Şoreşa Rojava ye, ji bo herêmên rizgarkirî yên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê rêxistineke xurt a jinan a bi navê Civaka Jin a Zenobiya hate avakirin.

Bi belavbûna Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîqaşên avakirina rêxistineke nû ya jinan ji bo herêmên rizgarkirî yên weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê dest pê kir. Ev xebatên ku di bin sîwana rêxistina Kongra Star de hatibû kirin, di bin banê Meclîsa Jinê ya Zenobiya de hate kirin a ku di sala 2021’an de hate avakirin.

Di kongreyê de ya ku ji aliyê jinên Ereb, Asûr, Ermen, Çerkez, Tirkmen û Kurd ve bi dirûşma "Em ê şoreşa xwe biparêzin û bi têkoşîna jinan aştiyê pêk bînin" hat organîzekirin, navê vê rêxistinê weke Civaka Jinê ya Zenobiya hate diyarkirin. Navê vê rêxistinê ji şahbanûya Tîtmurê tê ya ku di dîrokê de ji bo jinan têkoşiyaye û li hemberî zilmê serî hildaye.

Endama Desteya Rêveber a Koma Jinê ya Zenobiya Nesrîn Hesen xebatên ku ji roja damezrandina xwe ve dimeşînin ji ANF'ê re nirxand.

Nesrîn agahî da ku rêxistinên wan bi kongreya damezrîner a di 1’ê Hezîrana 2021’an de dest bi xebatê kirine û got: “Me xebatên xwe li ser esasê xwegihandina jinan ji hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistinkirina li herêmên rizgarkirî yên weke. Reqa Tebqa, Minbic û Dêrezorê da destpêkirin. Ji bo ku em li dora rêgezên jinan ên bi biryar tevbigerin asta hişmendiyê pêş bixin û li gorî hêza xwe sîstemek ava bikin, me ev rêxistin ava kir.Armanca me ev bû jin di warê dîplomasî, aborî û leşkerî de pêşengtiyê bike û bi awayekî çalak tevlî van qadan bibe.

LI 4 BAJARAN 11 KOMÎTE

Nesrîn derbarê xebatên xwe yên rêxistinî de jî got, “Li ser esasê rêziknameya Komeleya Jinan a Zenobiya me 4 buro li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê vekirin. Ev buro ji aliyê 7 desteyên rêveberiyê ve tên birêvebirin. Di dema pêş de em ê xebatên xwe li hemû herêmên Sûriyeyê berfireh bikin. Li van buroyan Edalet, Perwerde, Malbatên Şehîdan, Aborî, Parastin, Malî, Ragihandin, Tenduristî û Çand-Huner, em 11 komîteyan xebatên xwe rêxistin dikin e. Rola sereke ya van komîteyan ew e ku bi tevlêkirina jinan di xebatên rêxistinkirina jinan de li herêmên rizgarkirî bi rêxistinkirin û perwerdekirina her kesî ye. Em li ser perwerdekirina kesên li van herêmên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin û piştre hatin rizgarkirin, disekinin. Bi vî awayî li ser esasê têkoşîna demokrasî û azadiyê em dixwazin rêxistinbûna heqîqeta jinê misoger bikin.”

LÊKOLÎNÊN AKADEMÎYA TEBQAYÊ

Nesrîn diyar kir ku ew li navenda Akademiya Şehîd Adar Harûn a Herêma Tebqayê xebatên akademiyê dimeşînin û got “Em bi van xebatên akademiyê ku li ser bingeha cewhera jinê û gihiştina rastiya xwe pêk tînin hem malbat û hem jî civakê perwerde dikin. Her wiha ji bo tundiya li ser jinê ji holê bê rakirin û pêşî li zewacên biçûk bê girtin em diçin her mal û malbatekê û li navenda akademiyê nîqaşên hevpar ên çareseriya van pirsgirêkan dimeşînin. Em dixwazin bi afirandina wekheviya jin û mêr re rastiya prensîba jiyana hevpar a azad pêk bînin.”

Nesrîn Hesen her wiha diyar kir ku ji bo xwendina akademiyê bi projeyên xurt ketine sala 2023’an û got, “Di sala 2023’an de em ê li herêmê ji bo veguherandina mêran jî di van akademiyan de perwerdehiyan bidin. Bi vî awayî em dixwazin gelek pirsgirêkên civakê çareser bikin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE GEŞTIR BIKIN’

Nesrîn diyar kir armanca wan ew e ku rêxistina têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigihînin hemû cîhanê û wiha berdewam kir: “Em rêxistina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca me ya sereke ew e ku em têkoşîna li vir ragihînin ji hemû jinên cîhanê re û xwe bigihînin hemû tevgerên jinan. Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye bidestxistin, demokratîkbûna civakê û derketina rola pêşeng a jinê ye. Jin îro bi projeya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe digihînin serkeftinê.”