Kongra Star qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star qetilkirina parlementera Efganî Mursel Nebîzade şermezar kir û ev peyam da jinên Efgan, “Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye.”

Koordînasyona Kongra Starê têkildarê qetilkirina parlementa Efganî Mursel Nebîzade daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya Kongra Starê de êrîşa hovane bi awayek tund hate şermezar kirin û ev tişt hate gotin:

“Weke Kongra Star li hemberî bûyera qetilkirina siyasetmedara Efgan Mursel Nebîzade em xemgîn û bihêrs in. Mursel Nebîzade di sala 2018’an de weke endamê parlamen a Efganîstanê hatibû hilbijartin. Lê ev parlamen ku tê de 69 endamên jin hebûn, piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de kontrola welêt bi dest xist, hatiye belav kirin. Di encam de piranî nûnerên gel reviyan an jî xwe ji Talîbanê vedişêrin.  

'EZ Ê LI KÊLEKA GELÊ XWE BISEKINIM'

Mursel Nebîzade yek ji nûnerên gelê Efgan bû ku, ruxmê xeterî li ser jiyana xwe, welatê xwe terk nekiriye. Rapêç kirina vîna gel ji aliyê Talîbanê qebûl nekiriye û di welatê xwe de ma. Di peyameke xwe de digot “Ev welat ne xwaringeheke ku ez xizmeta wî hez nekim û derkevim. Ev der welatê min e û ez ê kêleka gelê xwe bisekînim.” 

Mursel Nebîzade siyasetmedareke aktîf û parazvaneke çalak ya mafên jinan bû. Bi piştgiriya xwe ya ligel tevgera Şoreşgerî ya jinên Efganîstanê derket pêş.

Roja yekşemê di malê xwe de li paytextê Kabîlê de hate kuştin. Bi taybet ser û sînga wê hatiye hedef girtin. Em bawer nakin ku ev bi tesadûf e. Diyar e ku mejî û dilê wê hatin hedef girtin. Rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Efganîstanê ku berxwedana xwe li dijî Talîban û têkoşîna xwe ji bo jiyaneke azad berdewam dikin.  

'YEKSER ŞEREK LI DIJÎ JINAN HATIYE DESTPÊKIRIN'

Piştî kontrola Talîban, yekser şereke li dijî jinan hate destpêkirin. Talîban gav bi gav jinan û keçan ji qada giştî, siyasetê, qada kedê, saziyên perwerdê û hemû jiyana civakî derdixîne. Bi vê dixwazin jiyan, nasname û vîna jin daxînin hebûneke ku tenê guh dide hegemonyaya zilamê serdest.   Jinên ku li hemberî vê rejîmê faşîst a zilamê serdest ber xwe didin û pêşengtiya berxwedanê dikin weke xeteriya herî mezin tên dîtin. Ji ber ku di taritî de ronî dikin, hêvî didin, cesaret û hêza berxwedanê belav dikin. Ji ber vê rasterast tên hedef girtin, rû bi rû bi êşkence dimînin, tên girtin û kuştin. Talîban difikire ku bi qetilkirina jinên pêşeng, dê bikare berxwedana gelên azadîxwaz a Efganîstanê teslîm bigire.

Wek jinên Kurd em jî bi heman rewş rû bi rû nin. Dewleta Tirk a faşîst bi şehîd xistina pêşengên me dixwaze berxwedanê me qir bike. Lê bi her şehadeteke dilsoziya me, girêdaniya me bi şoreşa jinê û têkoşîna me ji bo jiyaneke azad di welateke azad de hîn bêhtir hêz qazanc dike. Di vê çarçovê de em ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên hevrê û pêşengên me yên şehîd berxwedana xwe her ku diçe bilindtir dikin.   Wek Kongra Star em sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwîşk û hevrêyên xwe yên Efgan re dixwazin. Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî. Hûn hêvî û hêz didin me. Em hêvî dikin ku şoreşa me ya jinê jî hêz û bawerî dide we.”