Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû - I

Xelkê Rojava di 15'ê Çileya 2005'an de bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya jinê ya xweser ava kir.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1979'an de derbasî Rojava bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Abdullah Ocalan ku di nava 20 salan de bi her awayî bandor li qada Rojava kir, tovên rêxistiniya jinê ji xaka Rojava li tevahiya Kurdistanê reşand. Li gorî rastiya civakî û rastiya jinê, ji bo rêxistiniya jinê rê nîşan da.

Endama Koordînasyona Kongra Star Zeyneb Mihemed pêvajoya ji destpêka têkoşîna jinê ya li Rojava heta bi avabûna Yekîtiya Star, ji ANF'ê re nirxand. Zeyneb bi bîr xist ku rêxistiniya destpêkê ya li Rojava bi hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û got, "Berê rêxistiniyek tune bû ku jin karibin xwe pê nas bikin, têbikoşin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hatina Rêber Apo bû destpêka vê têkoşînê. Piştre jî têkoşîna PKK'ê ya li vê derê rewşeke welê afirand ku jin xwe nas bikin û bi rêxistin bikin."

DI SALÊN 1990'Î DE BI PÊŞ VE ÇÛ

Zeyneb têkildarî qonaxên pêşketinê yên têkoşîna jinê wiha axivî: "Karên rêxistiniya jinê yên li herêmê di salên 1990'î de hîn bêhtir bi pêş ket. Jinên li Rojava êdî rêyeke azadiyê ji xwe re dîtibûn ku pirsgirêkên xwe hêdî hêdî lê çareser bikin. Hatina Rêber Apo ya li Rojava esasê vê yekê bû. Ji ber ku Rêber Apo girîngiyeke mezin da jinê. Dilsoziya bi fikrên Rêber Apo bû sedem ku ev têkoşîn hîn bêhtir bi pêş ve biçe. Jinan hingî dest bi tevlîbûna li karên siyasî, civakî û hwd. din kirin. Berê tiştekî bi vî rengî tune bû. Jin li malê bûn. Karek nedikir. Pêvajoya hatina Rêber Apo ne tenê li qadekê, li her qadê kir ku jin bi pêş ve biçin.

DENGÊ JINÊ BILIND BÛ, RENGÊ XWE DA DERDORÊ

Civîn dihatin lidarxistin, çareserî ji pirsgirêkan re dihatin dîtin. Bi karên salên 1990'î re jinê xwe nas kir. Hêza ku di dîrokê de hate windakirin û desthilatdariyê dest danî ser, ji nû ve hatibû bidestxistin. Bi vî rengî jin derketin pêş. Di meş, serhildan, civînan û di ragihandina şehîdan de ji gelek aliyan ve deng û rengê jinê li pêş bû. Nîşan da ku kare wê hêza veşartî hêdî hêdî derxîne holê.

JINAN HÊZ JI RÊBER APO WERGIRTIN

Rêber Apo li Rojava karên gelekî girîng meşand. Ev karê serketî heta vê demê jî dewam dike. Heta niha gelek gav jî hatin avêtin. Jinan cihê xwe li nava qadên siyasî, leşkerî û hwd. girtin û hîn jî cih digirin. Fikrên Rêber Apo tên wateya girîngiya jinê. Jinan bi hêza ji Rêber Apo wergirtî rêxistiniya xwe mezin kirin û xwe gihandin vê astê.

PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINIYA JINÊ HEBÛ

Di vê çarçoveyê de li Rojava kar hate meşandin. Piştre jî kar hate berfirehkirin û gihîşt her beşa civakê. Bi vî rengî di mijara çareseriya pirsgirêkan de pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt çêbû. Ji ber vê jî Rêber Apo hîmê bingehîn ê kar li Rojava danî. Piştre jî jinan rêxistiniya xwe li Rojava ragihandin. Bi saya fikrên Rêber Apo û karên tevgera jinê yên li herêmê, jinên li Rojava karîbûn gavên hîn mezintir û girîngtir biavêjin.

RÊXISTINIYA DI BIN SÎWANA YEKÎTIYA STAR DE

Jinên Rojavayî di çarçoveya vê pêwîstiyê de xwe bi navê Yekîtiya Star bi rêxistin kirin. Îdeolojiya Tevgera Azadiya Jinê jî ji bo vê rêxistiniyê bû piştgiriyeke mezin. Vê rêxistiniyê bi felsefeya Rêber Apo destpê kir, piştre jî têkoşîna Tevgera Jinê ya Kurd û karên li Rojava têne meşandin weke encameke wê derkete holê. Ji gelek aliyan ve bi pêş ket. Ji aliyê îdeolojîk ve bi perspektîfa Têkoşîna Azadiya Jinê gavên mezin hatin avêtin. Bêguman ev yek piştgiriyeke mezin bû. Piştgiriya hêzên leşkerî jî nabe ku ji nedîtî ve bên. Piştgiriya gerîlayên jin mezin bû. Hevrêyên me yên li çiyayên Kurdistanê, jin û gelê li Rojava parastin. Eger parastineke bi vî rengî nebûya mekanîzmaya parastinê ya li Rojava nedigihîşt vê astê."

Wê dewam bike...