Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî tecrîdê çalakiyên şewitandinê kirin

Înisîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li hemberî tecrîda Îmraliyê wesayît û kargehên faşîstan şewitandin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Roje li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin çalakî kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de ev tişt hat gotin, "21 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendinn. Serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin. Tecrîda li girtîgehan her ku diçe girantir dibe. Girtiyên nexweş ên ku tê gotin ku nikarin di girtîgehan de bimînin, bi awayekî derveyî qanûnan di girtîgehan de tên hiştin. Li ser bi hezaran girtiyên şoreşger polîtîkayên êşkence û qirkirinê tê pêkanîn.

Rêber Apo yê ku vîna bi mîlyon kesan e, yekane hêz û îrade ye ku wê demokrasî û azadiyê bîne ji gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê. Heta ku ev kirinên derqanûnî bi dawî bibin û Rêber Apo azadiya xwe bi dest bixe, em ê li qadan bin. Divê her kes bizanibe ku dema tecrîd giran bibe wê çalakiyên me jî giran bibe.”

ÇALAKIYÊN HATINE KIRIN

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyan de ev agahî hatin dayîn:

"Di 15'ê Çileyê de yekîneyên me bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li galeriya wesayîtan û otoparka faşîstên AKP-MHP'ê ya li Beylîkduzuya Stenbolê dan. Di encama çalakiyê de 12 wesayît hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê hêzên me bi selametî ji qadê derketine.

Di 16’ê Çileyê de li taxa Gazîpaşa ya Antalyayê 2 embar û 3 wesayîtên luks ên faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

Di 16’ê Çileyê de yekîneyên me li navçeya Soke ya Aydinê bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û bi fîşekên hewayî li endamên MHP’ê yên ‘Ocaxa Nijadperestan’ dan. Di encama çalakiyê de 2 endamên faşîst ên ‘Ocaxa Nijadperestan’ birîndar bûn.”