Parlementera berê ya Efganistanê Nebîzade hate qetilkirin

Parlementera berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin.

Parlementer Mursel Nebîzade (32) ya ku beriya Talîban di sala 2021’an de desthilatdariyê bi dest bixe, parlementerî dikir li Kabîlê li mala xwe hate qetilkirin. Di êrişê ew û parêzvanê wê hatin kuştin, birayê wê û parêzvanekî wê jî birîndar bûn.

Tevî ku Talîban li welêt bûbû desthilatdar jî Nebîzade ji welat derneketibû. Nebîzade di sala 2018’an de li Kabîlê weke parlamenter hatibû hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê jî li ser karê xwe bû.

Ji parlamenterên berê Mariam Solaimankhil têkildarî qetilkirina Nebîzade axivî û got: “Ew pêşengeke rasteqîn bû. Keseke bi hêz bû ku ji bo tiştên jê bawer dikir, dengê xwe bilind dikir.”

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann jî têkildarî kuştina Nebîzade got: “Xemgîn im, bi hêrs im û dixwazim hemû dinya bi vê bizane. Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin lê Talîban pergala cihêkariya zayendî li pêş çavan ava kir.”