Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî li dar xist

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xist û got, "Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de ye, divê ciwanên Kurd serî hildin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de hat gotin, "Rêber Apo 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê rastî tecrîda girankirî û pêkanînên dijmirovî tê. Bi hezaran hevrêyên me li zindanan li dijî êşkenceyên dijmirovî li ber xwe didin. Di vê qonaxê de Gelê Kurd van şert û mercên tecrîdê bi ti awayî qebûl nake û ji bo bidestxistina azadiya Rêbertiya xwe hê bêhtir têdikoşe. Di çalakiyên dîrokî yên hevrêyên me Veysî Taş û Mehmet Akar de me mînaka herî şênber a vê yekê dît.”

‘HETA KU TECRÎD Û FAŞÎZM BÊ ŞIKANDIN, WÊ TÊKOŞÎN BIDOME’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Divê êdî hemû ciwanên Kurdistanê bi nirxên manewî û wesiyetên pir watedar ên şehîdan, bikevin nava têkoşînê û heta ku tecrîd û faşîzm têk biçe, cihê xwe di nava vê têkoşîna azadiyê ya bênavber de bigirin. Rêber Apo di nava tecrîdeke giran de ye, divê ciwanên Kurd jî serî hildin. Tişta ku Rêber Apo û şehîd ji me hêvî dikin ev in. Em Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanî û gelê welatparêz dikin; em sala 2023 'yan li ser serê Erdogan û hevkarên wî hilweşînin û bi agirê berxwedanê tecrîda li Îmraliyê bişkînin û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin."

LI DIJÎ POLÎS Û FAŞÎSTAN ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Di 17’ê Çileyê de li Yenîşehîra Mêrsînê saet 02.30’ê şevê li dijî polîsên Tirk ên faşîst ên nasname kontrol dikirin, yekîneyên me bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Polîsekî di wesayîtê de birîndar bû.

Di 18’ê Çileyê de li Înegola Bûrsayê febrîqeya mobîlyayê ya faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin û ket halekî ku êdî nikare were bikaranîn.

Di 18’ê Çileyê de li Edremîta Balikesîrê 4 wesayîtên luks û mixazeyeke alavên malan a faşîstên AKP’ê  hatin şewitandin.”