Rihan Loqo: Di rojeke dîrokî de me kongreyeke dîrokî li dar xist

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo derbarê kongreya wan a 9’emîn diyar kir wan tecrubeya têkoşînan bi şîara Jin, Jiyan û Azadî kirine yek û kongreyeke dîrokî li dar xistine.

Kongra Star li navenda Çand û Hunerê ya Serdem a li bajarê Hesekê bi dirûşmeya ‘Em bi ruhê têkoşîna jinên şoreşger serhildana jin, jiyan û azadî bigihînin serkeftinê’ bi tevlêbûna bi sedan delegeyan kongreya xwe ya 9’emîn li dar xist.

Nûnerên pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkez, Tirkmen û Êzidî beşdarî kongreyê bûn û tevgerên Kurdistanî û navneteweyî yên weke KJK’ê jî peyam şandin ji kongreyê re.  

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo derbarê kongreya 9’emîn û rêxistinkirina jinan ji ANF’ê re axivî.

Rihan Loqo derbarê kongreyê got “Îro ji bo me jinan rojeke dîrokî ye. Salvegera damezrandina Kongra Star û kongreya me ya 9’emîn e. Me di rojekê de du bûyerên dîrokî anîn cem hev. Em bi taybetî vê kongreya ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ya mîmarê azadiyê yê Rêber Apo pêk hat pîroz dikin. Em hêvî dikin ku em ê di 2 salên pêş de têkoşîn û rêxistinbûna jinê hîn xurtir bikin. Piştî konferansên bajar, bajarok û kantonan re, bi gelek aliyan me nîqaşên mezin kir.. Bi vî awayî me got ku em çiqasî dikarin li dijî ferasetên desthilatdar xebatên xwe xurtir bikin.  Em ê bi rêxistinbûn, hêz û felsefeya Rêber Apo ya ku me xwe pê perwerde kiriye, li hemberî feraseta mêrserwer bibin bersiv. Ji bo ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebatên jinan were xurtkirin, me kongreyeke bi coş li dar xist. Me gelek nîqaş kir ku ev kongre kîngê were lidarxistin. Dema ku êrîşên dewleta Tirk zêde bûn, me xwest em kongreya xwe li dar bixînin û bibêjin ‘Hûn çiqasî bixwazin îradeya jinan bişkînin jî em ê jî bi awayekî xurt û rêxistinkirî van planan pûç bikin’. Di kongreyê de xebatên 2 salan hatin nirxandin û nîqaşkirin.

JINÊN JI HEMÛ PÊKHATEYAN TEVLÎ KONGREYÊ BÛN

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin tevlî kongreyê bûn û got “Jinên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Êzidî, rewşenbîr, nivîskar û sosyalîst jî nav de gelek jin tevlî kongreyê bûn. Di heman demê de ji bajarên Şam, Heleb, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî jin beşdarî kongreyê bûn.”

Loqo bal kişand ser şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û got “Bi vê kongreyê re me xwest ku em peyamekê bidin Rojhilatê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan serhildanek lê heye. Ev serhildan wê bi ser bikeve. Em tevgera jinan, em piştgiriyê didin vê serhildanê û em kongreya xwe diyarî serhildana Jin, Jiyan û Azadî dikin.  Bi vê kongreyê em biryar didin ku di pêşerojê de tişta ku ji me tê xwestin em dikarin bikin. Têkoşîna me ya esasî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin. Di kongreya me de bi giranî ev biryar hat nîqaşkirin. Her wiha li ser Rojhilatê Kurdistanê, rêxistinên jinan û bertekên rêxistin û şoreşên jinan ên li cîhanê, xurtkirina wê û girtina rolên zêdetir axaftin hate kirin.”

EM  JI BO TEMAMÊ SÛRIYE, KURDISTAN, ROJHILATA NAVÎN Û ŞOREŞA JINÊ DIXEBITIN

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ew ne bi tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Sûriye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û şoreşa jinê ya dinyayê dixebitin û got “Ji ber ku îro li tevahiya Kurdistanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşengiya jinê bûye tevgereke neteweyî. Ji ber vê yekê divê em vê ruh û dirûşma şoreşgerî bigihînin hemû welat û tevgerên jinan. Divê em bi berxwedaneke bi pêşengiya jinan a li Kurdistanê ber bi berxwedaneke rêxistinbûyî ve pêşengiyê bikin. Di Kongra Star de ne tenê jinên Kurd hene. Di pêşengiya jinên Kurd de jinên Ereb, Asûr, Tirkmen û Çerkez jî hene. Ji ber ku jinên Kurd pêşeng bûn. Ji bo vê jî civaka Ereb a li herêmê ji bo hemû welatên Ereb û jinên Ereb roleke pêşeng dilîze. Çawa ku me weke jinên Kurd pêşengiya yekîtiya gelan kir, divê jinên Ereb pêşengiya hemû jinên Ereb û jinên din bikin. Divê jinên Suryan jî bibin pêşengên hemû jinan.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir KJK’ê jî peyamek şandiye ji kongreya wan re û got “Peyama KJK'ê ji bo avakirin û destkeftiyan peyamek girîng bû. Em dixwazin ew jî di vê kongreyê de cih bigirin. Hesreta me ya herî mezin ew bû ku hevalên me yên KJK'ê werin û tevlî me bibin. Nikarîbûn werin, lê wan peyameke xurt şandin. Li aliyê din ji hemû meclîs û saziyan peyam hatin. Ji welatên cuda ji tevgerên jinan peyam hatin. Ev peyam pêşkêşî kongreyê hatin kirin. Her kesî peyam da ku serkeftina şoreşa jinê serkeftina hemû jinên cîhanê ye.”