Têkoşîna jinê ya ku li Rojava geş bû – V

Kongra Star ku projeya Konfederalîzma Demokratîk ji xwe re dike esas, têkoşîneke welê dimeşîne ku xwe digihîne jinên li tevahiya cîhanê.

Kogra Star ji xweparastinê heta bi aboriyê gelek karên xwe bi rêya komun û kooperatîfan bi rêxistin kir.

Kongra Star ku her endameke xwe di heman demê de endameke komunê ye, li ser civaka polîtîk û exlaqî xwe berfireh dike. Li meclîsên bajarok, herêm û kantonan ku hilbijartin bi rêbaza demokratîk lê tê kirin, xwe bi rêxistin dike. Kongra Star li akademiyan ji sîstema malbatê destpê dike û li ser bingeha şoreşa jinê, zanistiya jinê û hişmendiya jinê, civaka demokratîk û jin a azad ji xwe re dike esas. Di nav de ev komîte hene: Komîteya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, Komîteya Hevjiyana Azad, Komîteya Hêzên Xweparastinê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Xweparastinê-Jin), Komîteya Dîplomasiyê, Komîteya Polîtîkayên Demokratîk û Tifaqan, Komîteya Perwerde û Akademiyê, Komîteya Civakî, Komîteya Siyasî, Komîteya Hiqûq û Edaletê, Komîteya Aboriyê, Komîteya Fînansê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Çapemeniyê, Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Ekolojiyê.

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên ji ANF'ê re axivî û rêwîtiya bi zor û zehmetî ya têkoşîna azadiyê bi bîr xist ku ji karên milîs destpê kir û heta bi Yekîtiya Star, ji Yekîtiya Star jî heta bi Kongra Star dewam kir. Cîhan Hisên got, "Beriya sala 2016'an ji Şamê heta Dêrikê mîrateyeke jinê hebû. Di mijara civakî, siyasî û perwerdeyê de bingeha vê mîrateyê ji xwe ji aliyê Rêber Apo ve hatibû danîn. Yekîtiya Star sala 2005'an bi mîrateya têkoşînê ya salên 1980'î ava bû. Ji sala 2005'an heta bi 2016'an nîqaşa li ser rûniştandina sîstemê û rêxistiniya piştî şoreşê li gel kar hate kirin. Li ser nîqaşa avakirina sîstemeke piştî şoreşê biryara ragihandina Kongra Star hate dayin."

RÊXISTINIYA LI SER MALBATÊ

Cîhan Hisên anî ziman ku piştî pêvajoya ragihandina Kongra Star ji bo xwegihandina zanistiya jinê û hişmendiya rastiya jinê, bi rêya jinê destpêkê wan malbat, zarok û ciwan perwerde kirin û got, "Li ser vê bingehê birêxistinkirina li ser malbatê yek ji armancên me yên bingehîn bû. Bi vî rengî xwe li nava civakê bi rêxistin kir û kir malê civakê û şoreşê. Ya rast bi pêşketina şoreşê re ev mijar bêhtir bi pêş ket."

YPJ PARÇEYEK JI VÊ SÎSTEMÊ YE

Cîhan Hisên destnîşan kir ku ji aliyê parastinê yê Kongra Star ve YPJ parçeyek ji vê sîstemê ye û got, "Eger rêxistiniyek dixwaze xwe ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve bi pêş ve bibe divê teqez mekanîzmaya xwe ya parastinê bide pêş. Ev jî bi damezrandina YPJ'ê hate kirin."

PROJEYÊN ABORIYÊ YÊN NÛ

Cîhan Hisên diyar kir ku Kongra Star xwe li gorî Konfederalîzma Demokratîk bi rêxistin kir, lingekî vê YPJ ye, lingekî din jî aborî ye û got, "Kongra Star ji aliyê aboriyê ve pêşengî ji tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir. Li gelek bajar, navçe û gundan ji bo jinan projeyên çavkaniya debarê hatin kirin. Yek ji armancên me jî afirandina projeyên aboriyê yên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Armanca me ew bû, ku ji hezaran xwe bigihînin deh hezaran.

HEWLDANÊN KOMÎTEYA PERWERDEYÊ

Komîteya me ya perwedeyê jî ji bo zanekirina jinên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkez û ji bo belavkirina zanistiya jinê gelekî ked da û encamên gelekî hêja bi xwe re anî. Ji ailyê jinan ve sîstema me ya perwerdeyê cuda bû. Hem ji aliyê kûrbûna li ser zanistiya jinê ve hem jî ji bo naskirina rastiya jinê bi rola xwe rabû. Ne tenê ji bo jinên Kurd pêşketin çêbûn. Bû wesîle ku di nava jinên ji neteweyên cuda de jî guhertineke mezin pêk were. Sîstema me ya perwerdeyê di mijara guhertina mejiyê baviksalar û afirandina malbateke demokratîk de bi bandor bû. Bi vê sîstema perwerdeyê re em armancên dijmin têk dibin."

MECLÎSA JINÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Cîhan Hisên destnîşan kir ku di encama destketiyên Kongra Star de Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û got, "Ji bo hemû partî, sazî û netewe di bin sîwanekê de bêne komkirin pêwîstî bi meclîsekê hebû. Îlana Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji armancên Kongra Star bû."

ASTA KU XÎTABÎ NETEWEYAN HEMÛYAN BIKE

Cîhan Hisên ragihand ku li welatên Ewropayê, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Şamê nûnertiyên wan hene û got, "Armanca me ew e ku xwe bigihînin hemû welatan ên meclîsên me lê nîne. Her wiha em dixwazin xwe li başûrê Efrîkayê jî bi rêxistin bikin. Weke Kongra Star me ne tenê xwe gihand jinên Kurd. Kongra Star xwe bi projeya Konfederalîzma Demokratîk bi rêxistin dike û proje û armancên ku pêkhateyên din hemûyan vehewîne diyar dike. Weke Kongra Star û jinên Kurd me pêşengî ji jinên Ermen, Suryan, Ereb û Çerkez re kir. Vê sîstemê bandoreke mezin li civakên din jî kir. Mejiyê desthilatdariyê li Kongra Star aliqî. Bi vê rola pêşengiyê em gihîştin wê astê ku xîtabî neteweyan hemûyan bikin. Ji vir û pê ve armanca em ew e ku di nava sîstemeke hîn bi bandor, afirîner, cewherî û rêxistinî de kedeke hîn mezintir bidin."