Kongra Star: Berxwedana hêzên leşkerî bi serkeftinên mezin tacîdar bûn

Koordînasyona Kongra Starê salvegera dagirkirina Kantona Efrîn û êrîşên di 21’ê Çileyê yên li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi bîr xist û got, “Berxwedana hêzên leşkerî li dijî her cure êrîş, bi serkeftinên mezin tacîdar bûn.”

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî kantona Efrînê kir û piştî berxwedana 58 rojan a şêniyên kantonê û hêzên wê, kanton bi desteka hêzên derve hate dagirkirin.

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 5’emîn a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Koordînasyonê destnîşan kir ku, li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêk tê û got ku navenda şer jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star ev tişt hatin gotin:

“Îro 20’ê Çileyê destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ye, ku di 2018’an de pêk anîne û di encamê de Efrîn dagir kirin. Her wiha di heman dîrokê de, lê di sala 2022’yan de çeteyên DAÎŞ’ê bi komployekê ku destê dewleta Tirk û hikumeta Şamê tê de heye, êrîşî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir. Armanca van êrîşan têkbirina projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ku li Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de hate damezirandin.

Lê di êrîşê de bi saya berxwedana mezin a hêzên leşkerî yên herêmê ku Pêngava Gurzê Gelan ragihandin, dagirkeran derb xwarin û hewldanên hêzên leşkerî bi serkeftineke mezin tacîdar bû. Lê di oxira parastina herêmê de 121 cangoriyên azadiyê şehîd bûn.

Em di serî û di kesayeta 121 qehremanên ku efsaneyên dîrokî nivîsandin, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza xwe di salvegera yekemîn a Pêngava Gurzê Gelan de nû dikin . Her wiha, em xeterî û metirsiyên şaneyên veşartî  yên DAÎŞ’ê ku bi dawî nebûne û dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan wan destek dike, dibînin. Em dibêjin ev rewşa berpirsyariya Hêzên Koalîsyonê bi serkêşiya Emerikayê ye, ku rê nede dewleta Tirk careke din DAÎŞ’ê li herêmê zindî bike. Dîsa banga me li civata navneteweyî ye ku erka xwe ya darizandina DAÎŞ’ê bi lez pêk bîne. Ji ber ku hebûna wan li herêmê xetereyeke mezin e. Di dawiyê de jî em spasiya gelê xwe yê berxwedêr dikin ku bi şervanên xwe re bûn yek heta ku ev komplo têk bir û meşa xwe ya azadiyê heya roja îro dewam kir.”