Li Îranê du rojnamevanên jin hatin girtin

Li gel êrîş û gefên dewleta Îranê li dijî çalakvanan û rojnamevanan, duh li bajarê Tehranê du rojnamevanên jin hatin girtin.

Tevî xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin, zext û êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li ser çalakvan û rojnamevanan jî berdewam in.

Duh li bajarê Tehranê peyamnêra ajansa Şehr Milîka Haşimî hat destgîrkirin. Her wiha cezayê girtîgehê ji bo çalakvana sivîl û wênekêş Reyhane Terawetî hat dayîn.

Dadgeha Şoreşa Bajarê Tehranê, duh cezayê 6 salan ê girtîgehê li ser çalakvana sivîl Reyhane Terawetî de erê kir.

Reyhane Terawetî bi îdîayê ‘avakirin û rêxistinkirina çalakiyên armanckirî yên di çarçoveya tevgerên jinan yên li Îranê û tevlîbûna Tevgera Me Too’ de tê tometbarkirin.