Têkoşîna jinê ya li Rojava geş bû – IV

Têkoşîna jinê ya li Rojava ku bi Yekîtiya Star geş bû, di 26'ê Sibata 2016'an de bi navê Kongra Star gihîşt asteke nû.

Mîrateya têkoşînê ya ji 12 salan di Sibata 2016'an de bi navê Kongra Star dewam kir. Kongra Star xwe gihand her devera cîhanê. Li gelek welatan nûnertî têne vekirin û jinên din ên li cîhanê tevlî têkoşînê têne kirin.

Berdevka Kongra Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl û Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Kantonê Felek Yûsif ku ji avabûnê heta bi veguherîna rêxistiniya nû bi rengekî çalak di nava têkoşînê de cih digirin, qala rêxistiniya nû ya têkoşînê û pêvajoya veguherînê kirin.

PÊWÎSTÎ BI GUHERTINÊ HEBÛ

Şaha Xelîl got, "Ji bo berfirehbûn û mezinbûnê pêwîstî bi guhertina ber bi Kongra Star ve hebû. Kongra Star di vê mijarê de di asta herî bilind de bi rola xwe rabû. Jinên ku niha li herêmên rizgarkirî xwe bi rêxistin kirine, dibe ku ji rêxistiniya jinên Kurd jî wêdetir çûne. Rêxistiniya Civaka Jinan a Zenobiya mînakeke girîng a vê yekê ye."

GERÎLA ÇAVKANIYA HERÎ MEZIN A HÊZÊ YE

Felek Yûsif jî destnîşan kir ku çavkaniya hêzê ya vê mezinbûn û guhertinê jî berxwedana gerîla ye û got, "Li herêmên mîna Kobanê ku zext lê giran e, me hêz ji berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê werdigirt û bi vî rengî karê xwe dimeşand. Me zanîbûn ku cihek heye ku hêz û parastina me lê heye."

Felek Yûsif anî ziman ku şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Kobanê, bingeha xurtkirina vî karî ye. Felek Yûsif ragihand ku karên xurt guhertinên mezin li nava civakê çêkirin û diyar kir ku li gel zext û êşkenceyê jî wan bi eşqa têkoşînê rêya xwe dewam kirine. Felek Yûsif got, "Wê demê me xeyal dikir ku gelo karin ala kesk, sor û zer hildin. Di 19'ê Tîrmehê de piştî rejîmê, bajarên me êdî bi alên me hatibûn xemilandin. Xeyala me pêk hat. Hesteke cuda bû."