'Bi ruhê jina azad em ê faşîzmê têk bibin'

Endamên rêxistinên jinan ên herêma Firatê diyar kirin, ku têkoşer Sakîne bi berxwedana xwe azadiya jinan misoger kir û got, “Ew ê têkoşîna me heta ku faşîzm têk diçe, dewam bike.”

Jinên têkoşer ên ku pêşengî dikin û bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê dixin, her tim dibin hedefa desthilatdaran. Pêşeng û têkoşerên jin Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn û Ronahî û hevrê Evîn (Emîne Kara) ku ji bo têkoşîna azadiyê, wekhevî, demokrasî û edaleteke rast emrê xwe feda kirin, îro ji bo milyonan jin bûne sembola têkoşîna azadiyê.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir têkîldarê hedefgirtina jinên pêşeng axivî. Bekir destnîşan kir ku, her çiqas berdêlên giran çêbin jî, jin dê xeta têkoşînê heta serkeftinê bidomîne û got, “Pêşengên û têkoşerên jin Sara, Rojbîn, Evîn, Ronahî, Bêrîtan, Zîlan û bi sedan şehîd, ji bo rizgariya ji pergala serdest a mêr û kevneşopiyên civakî, tora têkoşîna bênavber ava kirin.”

JIN, JIYAN AZADÎ LI TEVAHÎ CÎHANÊ DIRÛŞMEYÊ BERXWEDANÊ YE

Bekir da zanîn ku, sedsala 21’emîn weke sedsala azadiya jinê tê pênase kirin û wiha axivî, “Eger îro encamek wiha derketibe holê, ew jî bi saya berxwedan û têkoşîna jinên azad û şoreşger in. Eger îro li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di qada leşkerî û siyasî de jin xwedî nasnamebin û xwe birêxistin kirine, ev yek di encama keda pêşengên jin in. Dewleta Tirk a dagirker û MÎT ne tenê li çar parçeyên Kurdistan, li her deverê cîhanê jinên pêşeng û têkoşer dike hedef. Êrîşkarên ku duh têkoşer Sakîne, Leyla, Fîdan û Evînan li Parîsê qetilkirin, îro li Rojava pêşengên jin Leyla Zehra û Hevrîn dikin hedefa xwe. Jin her dem ji bo demokrasiye, edalet û wekheviyê têkoşiyan e. Lê hêzên desthilatdar, rêxistinbûn û têkoşîna jinan li dijî xwe wek metirsiyeke mezin dibîne. Ji ber vê bi hemû hêzên xwe êrîş dikin.

Zozan Bekir da zanîn ku, di şexsê jinên pêşeng de, projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên hedefgirtin û wiha dewam kir, “Ji bo têkbirina projeya jina azad bi her awayî êrîş dike. Lê helwesta me ya li dijî pergala serdest zelal e. Jin bi saya şehîd û Rêberê xwe tama azadiyê kirine. Jin heta azadiya xwe bi dest bixin û civakek exlaq û polîtîk ava dikin dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê şopdarê têkoşîn û berxwedana Sakîneyan bin."

TÊKOŞER SAKÎNE BI BERXWEDANA XWE AZADIYA JINAN MISOGER KIR

Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê Firyal Temî jî anî ziman ku, têkoşer Sakîne Cansiz û bi sedan jinên pêşeng, bi berxwedanî û têkoşîna xwe ya xurt, azadiya jinan misoger kirine û wiha axivî, “Têkoşer Sakîne tê wateya bedewbûnê. Di wê bedewbûnê de cîhanek ava kir û tevahî jin di wê cîhanê de azad kir. Ji bo parastina nasnameya xwe ya Kurdbûn û jinbûnê di girtîgehên Amedê de, li dijî faşîzmê û êşkenceyên giran li ber xwe da. Wek jinên ciwan em ê xewn û xeyala têkoşer Sakîne û hevrêyên wê mezin bikin. Vaye îro di encama berxwedana têkoşer Sakîne de, dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li tevahî cîhanê tê berzkirin. Çawa ku şehîd Sakîne bi rûkeniya xwe gihîşt azadiya tevahî jinan, divê em jî vê rêyê bişopînin û bikin armanca xwe."

Temî ragihand ku, tevahî jinên têkoşer dibin hedefa faşîzmê û got, “ Tirsa faşîzmê ew e ku jin azad bibe. Hevrêyên ku li ser xeta şehîd Sakîne dimeşin û mezin dibin, wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Dixwezin roja me tarî bikin, lê em dibêjin kes nikare roja me tarî bike. Ya ku pêşengtî ji bo me kirî şehîd Sakîne ye. Ne pêkan e ku em têk biçin. Em ê bi ruhê berxwedana Sakîne û têkoşerên jin ên şehîd, faşîzmê têk bibin.”